Li gund û gundikên Hîzanê qedexeya derketina derve

Li gelek gund û gundikên Hîzanê ya bi ser Bedlîsê qedexeya derketina derve hate îlankirin.

Li gorî daxuyaniya walîtiya Bedlîsê îro saet ji 17.00’an şûnde qedexeya derketina derve hatiye îlankirin:

Gund û gundikên ku qedexeya derketina derve lê hatiye îlankirin wiha ne: Mezraya Dîbekê ya Gundê Kapisûyû, mezraya Arpali ya Gaydayê, Aşagi Klavûz û Yukari Klavûz a Akşarê, gundikên Duztepe û Çevrecîkê, herêma Nonîvonê ya Yedîkardeşê, mezraya Karaagaçê, mezraya Akbaşê ya Horozdereyê, mezraya Bolgayê ya Horozdereyê, mezraya Hoçînîkê ya Akdîkê, mezraya Pegoso ya Akşarê, qada Piroso Nazarê, mezrayên Akinca û Korîgarî yên gundê Gaydayê.

Têkildarî dema qedexeya derketina derve  ti agahî nehatin dayîn.