Li Govendê li dijî leşkeran çalakî

Gerîlayên HPG’ê li Govendê li dijî leşkeran çalakî kir.

Gerîlayên HPG’ê îro saet 12.30’an li Colemêrg Şemzînanê li Govendê li dijî konê leşkerê Tİrk çalakiyek kirin.

Nûçegihanên me yên herêmê diyar kirin ku çalakî ji nêz ve bi B-7’an û rokêtan pêk hatiye.

Nûçegihanên me diyar kirin ku di çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin yan jî birîndar bûne. Agahî bi berfirehî nehatine bidestxistin. Lê leşkerên Tirk herêma Govendê bombe dikin.

Car caran êrîşên bi helîkoptêran jî didomin.