'Li girtîgehê hefteyekê 2 kes bi gumanbarî mirin'

Rêveberê MEBYA DER'ê Enver Taş serdana Nobeda Edaletê kir û anî ziman ku di nava hefteyekê de li girtîgehê 2 girtî 'bi gumanbarî' jiyana xwe ji dest dan.

Nobeda Edaletê ya ku girtiyên nexweş li Baroya Wanê dan destpêkirin di roja 98'an de ye. Îro jî dayika Rojhat Aydin ê li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê dîlgirtî Heme Aydin çalakî dewam kir. Rêveberên MEBYA DER'ê serdana Nobeda Edaletê kirin.

Rêveberê MEBYA DER'ê Enver Taş got, "Bi salan e zilm li gelê Kurd tê kirin û polîtîkaya zextê tê meşandin. Ev zilm li girtîgehan girantir e. Keda dayikan kedeke pîroz e." Taş diyar kir ku Sînan Kaya li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê û Şervan Can Guder li Girtîgeha Tîpa F a Wanê 'bi gumanbarî' jiyana xwe ji dest dan û got, "Em hîn jî sedema mirina herdu ciwanên me li girtîgehê nizanin. Bila tavilê ev mijar bê eşkerekirin. Bila zilm bi dawî bibe."

'DIVÊ HÎN BÊHTIR XWEDÎ LI ÇALAKIYA DAYIKAN DERKEVIN'

Taş diyar kir ku divê dayikên di Nobeda Edaletê de ne bi tenê neyên hiştin û got, "Divê em hîn bêhtir xwedî li dayikên xwe derkevin. Divê em hîn bêhtir kedê bidin. Divê em vî barî tenê li ser milê dayikan nehêlin, li ber zilmê serî netewînin û netirsin. Eger em xwedî li dayikan dernekevin wê zilm girantir bibe. Em dixwazin mîna her gelî bi rengekî azad bijîn. Girtiyên nexweş divê bên dermankirin û berdan. Çima girtiyan derman nakin? Divê em bibin dengê yên girtî."