Li girtîgehê êşkence: Rewşa girtiyekî giran e

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Şirnexê qerdiyanan êrîş bire ser qerdiyanan. Hate gotin rewşa girtî Mehmet Alî Çevîk giran e û ew rakirine serwîsa lezgîn.

Hate diyarkirin qerdiyanan li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê ya Şirnexê êrîş birine ser girtiyan. Qerdiyanan êşkence li 16 girtiyan kirine. Diyar bû ku ji girtiyan rewşa Mehmet Alî Çevîk giran e, ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, serwîsa lezgîn. Her wiha hate gotin dest û piyê girtiyên din hatine şikandin, êşkence li ser girtiyan bi çavdêriya midûrê girtîgehê pêk hatiye.

Malbatan diyar kirin piştî ku girtiyan ji qerdiyanan xwestin ku bi pêlavan nekevin koxuşan êrîş birin ser wan.

Ji girtiyan Mahsûn Duran ji malbata xwe re ragihand ku ji 22'ê Cotmehê û wir ve êrîş didome, ji ber êşkenceyê laşê Durak şîn û reş bûye û bang kir ku raya giştî bihistyar be, rêxistinên mafê mirovan û hiqûqê werin li girtîgehê lêkolînan bikin.

Bavê girtî Mehmet Duran got, ''Beriya bi du rojan qerdiyanan bi ser koxuşan de girtiye û xwestin ku 3 koxuşên siyasî bikin yek .Lê girtiyan ev qebûl nekirine. Piştre qerdiyan çûne koxşan, ji wan xwestine ku berê xwe bidin dîwar û bi gotina, ''em ê we bikin mirov'' gef li wan xwarine. Li hemû koxuşan wiha dikin. Êşkence li gelek giriyan kirine. Li koxuşên din jî miemeleyên cihê kirine. Derbên giran li gelek hevalên kurê min dane. Koxuşên gelek girtiyan guhartine.''

Bav Duran ji ÎHD'ê û Baroya Şirnexê xwest ku li girtîgehê lêkolînan bikin.