Li Girtîgeha Xarpêtê ‘êşkenceya zayendî’

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê girtiyên jin ên ku naxwazin ku tazî li ser wan bigerin û li ber xwe didin, qerdiyan li wan dixin û êşkenceya zayendî li wan dikin.

Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê zext û zordariya li ser girtiyan her ku diçe zêdetir dibe. Herî dawî li heman girtîgehê 120 kes kirine hicreyan û beriya bi heftiyekê dema ku girtiyeke jin ji Rihayê sirgûn hate vê girtîgehê, ji ber ku qebûl nekiriye ku tazî li ser wê bigerin êşekenceya zayendî lê hatiye kirin.

‘FERZKIRINA HIJMARDANA LEŞKERÎ’

Li girtîgehê hem kincên yekreng têne ferzkirin, hem hijmardana leşkerî û girtiyên ku li hewastandînê tim qerdiyan dijûnê li wan dikin. Diyar bû ku girtiyên ku hijmara leşkerî nadin tim êşkence li wan tê kirin û cezayê disîplînê didine wan.

‘ÊŞKENCEYA ZAYENDÎ’

Li girtîgehê girtiyeke sirgûn dema ku ji Rihayê hatî girtîgehê ji ber ku qebûl nekiriye ku bi rengekî tazî li ser bigerin qerdiyanan êşkenceya zayendî lê kiriye û bi nîşeya ‘nehiştiye ku em li ser bigerin’ nîşe li ser wê hatiye nivîsîn û piştre girtî birine koxuşê. Li gorî malbatên girtiyan rêveberiya girtîgehê heftiya pêşî nivînan nadin girtiyan, piştî heftiyeke nivîneke qirêjî didine wan.

‘AXAFTINA BI KURDÎ QEDEXE YE’

Xizmên girtiyan diyar kirin di dema sirgûnê de dema ku girtî bi Kurdî diaxivin qediyan dibêjin, ‘’Ev der Xarpêt e, li vir hûnê bi Tirkî biaxvivin ne bi Kurdî’ û wiha gefê li girtiyan dixwin û piştî hevdîtinê, girtî dema ku li korîdorê dimeşin bi rengekî kêfî cezayê disîplînê li wan tê birin.

BANG: BILA ŞANDE WERE

Herî dawî girtiyan bi rêya malbatan bang li raya giştî kirin ku bêdeng neminin û xwestin ku şandeyên bêalî di demeke kurt de biçin cem wan.