Li Girtîgeha E ya Amasyayê îşkenceya komî

Girtiyê bi navê Mehmet Kaplan ê li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, bi rêya malbata ragihand ku midûrê yekemîn ê girtîgehê li pêş kamerayan îşkenceyê li girtiyan dike û gefa "Ez dewlet im, mafê min heye ku her tiştî bi girtiyan bikim" li wan dixwe.

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê, girtiyê bi navê Kadîr Kaplan (40) bi rêya telefonê bi bavê xwe Mehmet Kaplan (60) re axivî û qala îşkenceya li wan tê kirin, kir.

Bav Kaplan diyar kir ku kurê wî beriya 26 salan bi awayekî bê guneh ji malê hate binçavkirin û got: "Dewletê kurê min bê guneh ji malê binçavkir û ev 26 sal in di girtîgehê de ye. Ji ber ku kurê min Kurd e, dewletê ew xiste girtîgehê. Derfetê min dest nade ku ez her hefteyê yan jî mehê carekê biçim girtîgehê. Tenê salê carek dikarim biçim."

'JI PER KU PÊLAV DERNEXIST ÎŞKENCE LÊ KIRIN'

Kaplan anî ziman ku kurê wî bi rêya telefonê bi wî re axiviye û wiha pê de çû: "Kurê min niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amasyayê ye. Di axaftina dawî de got, dema ew birine nexweşxaneyê xwestin pêlava wî ji lingên wî derxînin. Dema kurê min nexwest pêlava xwe derxe li wî dan û ew îşkece kirin. Li girtîgeha Amasyayê mafên mirovan di asteke xeternak de tên binpêkirin. Midûrên yekemîn û duyemîn bi gardiyanan re dikevin qewîşan, li pêşberî kamerayê îşkenceyê li girtiyan dikin. Dema ku girtiyan dibin nexweşxanê jî raporên lêdanê nadin wan û bijîşk jî neheqiyê li wan dikin."

GEFÊN 'EZ DEWLET IM!'

Bav Kaplan diyar kir, kurê wî ragihandiye ku midûrên yekemîn û duyemîn yên girtîgehê li wan gefên, 'ez dewlet im, mafê min heye ku her tiştî bikim' li girtiyan xwar û ev tişt got: "Gardiyan di bin kontrola midûrê yekemîn Aydin, midûrê duyemîn Bekir û Sergerdiyan Fethî de îşkenceyê li girtiyan dikin. Midûrê yekemîn Aydin bi gardiyanan re kete qewîşê û yekser êrîşî girtiyan kirin. Midûr Aydin tiliya xwe li girtiyan kiriye û got, 'Ez dewlet im, mafê min heye her tiştî bikim. Hûn diçin ku derê biçin. Ji xwe Rewşa Awarte heye. Hûn nikarin tiştekê bikin' li girtiyan xwar."

Bav Kaplan got, em ê vê pêkanînê qebûl nekin û bang li raya giştî kir.