Li Girê Bayê yê Geverê li dijî leşkeran çalakî hate lidarxistin

Li Girê Bayê yê Geverê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên ku rê çêdikirin, çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de makîneyeke kar îmha bû û makîneyeke kar û yeka leşkerî jî hatin texrîbkirin. Artêşa Tirk bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxist.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistan û çalakiyên gerîlayan ên li dijî van êrîşan didome. 

Li Girê Bayê yê Geverê gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên ku rê çêdikirin, çalakî li dar xist. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatin wergirtin, di vê çalakiyê de makîneyeke kar îmha bûye û makîneye kar û yeka leşkerî jî hatine texrîbkirin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku gelek mirî û birîndarên artêşa Tirk hene û artêşa Tirk herêm bomberdûman kiriye.

Hat hînbûn ku artêşa Tirk êvarî mirî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê rakiriye.