Li Geverê ji bo bîranîna gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, çalakiyek hate lidarxistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, ji bo bîranîna gerîlayên di encama êrîşên çekên kîmyewî de şehîd bûbûn, li Geverê li dijî polîsên Tirk çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê de hat gotin, "Li taxên Kişla û Ormanê yên Geverê li dijî êrîşa kîmyewî ya dagirkeran a li hemberî gerîlayên Kurdistanê, çalakiyên hemwext ên tolhildanê hatin lidarxistin."

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

“19’ê Cotmehê saet di 19.30’an de li taxa Kişla ya Geverê li dijî otobusa polîsan a ku ber bi qereqola dagirker a taxa Ormanê ve diçû çalakiyek bi bombeyên destan û çekên ferdî hate lidarxistin. Otobusa polîsan a dagirker ku bi lez û bez ji qada çalakiyê reviya, cara duyemîn ji aliyê yekîneyên me ve li cihekî cuda hate derbkirin. Hate piştrastkirin ku di nava otobusê de dagirkerên birîndar hene, lê hejmara zelal nehat bidestxistin. Piştî çalakiyê yekîneyên me heta saetên sibehê taxên me xistin bin kontrola xwe.

Di şeva 19’ê Cotmehê saet 23.00’an de li dijî polîsên dagirker ên li Taxa Ormanê ya Geverê digeriyan bi taktîka sabotajê çalakiyek hate lidar xistin. Me bi taktîkên xwe yên plansazkirî û nû li wesayîta zirxî ya Ûral a rengê wê spî ya bi plaqeya '30 AF' ku devriye diavêt xist, li gorî wê me teqemeniya ku berê li ser rê bi cih kiribû di dema wesayit derbas dibû de bi wesayîtê teqand. Wesayîta zirxî derbên giran xwarin. Hat tesbîtkirin ku wesayîta zirxî ya ku hatiye derbkirin ber bi nexweşxaneyê ve çûye û yek jê giran 3 polîsên dagirker birîndar bûne.

Piştî çalakiyê yekîneyên me bi awayekî ewle gihiştin herêmên xwe."

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hatin dayîn:

"Ev çalakî ji bo bîranîna hevrêyên me yên gerîla yên ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi awayekî hovane û tirsnak bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hatin lidarxistin. Çalakiyên me wê her roj mezin bibin û wê bi agirê tolhildanê bidomin.”