Li Geverê girse bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo‘ meşiyan - HATE NÛKIRIN

Li Geverê girseyê guh li mudaxileyan nekir û bi berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" meşiya.

Bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiya Newroza Geverê bûn, piştî pîrozbahiyê dest bi meşê kirin. Girse ku ber bi Stdayûma Yenîşehîrê ve meşiya, tim dirûşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e, gel li vir e" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girse piştî meşeke bi qasî du kîlometreyan hat ser rêya li sînorê Îran-Tirkiyeyê û ji vir jî berê xwe da nava bajêr.

Çendî polîsan mudaxileyî girseyê kir jî girseyê guh li wan nekir û meşa xwe domand. Herî dawî polîsan li xaçerêya Zîraat Bankasiyê pêşiya girseyê birî û bi ava şid êrîş bir ser girseyê û girseyê jî bi keviran bersiva êrîşan da.

Piştî vê girse xwe gihand nava bajêr û vê carê jî polîsan bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir. Girseyê xwe bi awayekî gihan navenda bajêr û meşa xwe li nava bajêr bi dawî kir.