Li Geverê di navbera polîs û ciwanan de şer qewimî

Li Geverê ciwanan ji bo Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ên jiyana xwe ji dest dan, çalakî lidar xistin. Di navbera polîs û ciwanan de şer qewimî.

Ciwanên li taxa Orman, Kişla, Esentepe û Yeşîldere yên navçeya Gevera Colemêrgê ji bo qezaya trafîkê ya Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku jiyana xwe têde ji dest dabûn, protesto bikin, daketin kolanan û bi çalakiyan şermezar kirin. Çalakiyên şermezarkirinê heya derengiya şevê berdewam kirin.

Ciwanan kolan û cadeyan li trafîkê girtin û fîşekên hewayî teqandin. Polîsên hatine cihê çalakiyê bi fîşekên plastîk bû bombeyên gaza îsotê êrîşî ciwanan kirin. Polîsan serê sibê jî dengê wesayîtên xwe vekirin û “sirûda mehterê” dane guhdarkirin.

Şêniyên taxê destnîşan kirin ku polîsan di wesayîta xwe de ji hev re wiha gotin: “Em li van bixin (gule berdin wan). Êdî bes e!”