Li Geverê di çalakiyên gerîla de 10 leşker hatin kuştin

Li bejahiya navçeya Gever a Colemêrgê, di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî li ser mijarê da:

"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, hêzên me roja 30'ê Cotmehê li hemberî artêşa TC a dagirker ku ji girê Şehîd Mazlûm ê navçeya Gever a Colemêrgê ber bi girê Bayê ve rê çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Çalakî saet di 11:30 de li cihekî navbera mintiqeya Gola Beqa û Gola Satê, li dijî wesayitek û kepçeyeke leşkerî ya yekîneya dijmin hate kirin. Di encamê de wesayita leşkerî hate rûxandin û derb li kepçeyê hate xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Di heman demê de, li hemberî leşkerên ku ji bo destwerdanê ji girê Şehîd Mazlûm dihatin cihê çalakiyê, hêzên me çalakî pêk anîn. Di çalakiyê de derbên xurt li wesayita dijmin hate xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, hêzên dagirker saet di 13:30 de leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakirin."