Li Geverê çalakî

Gerîlayên HPG’ê li Girê Aliyavwa yê Geverê li dijî qereqola ku tê avakirin, çalakiyek li dar xist.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ev tişt diyar kir:

“Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me, di roja 13’ê Cotmehê saet 17:10’an de li dijî qereqola nû ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya li girê Gundê Aliyawa yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de li kozikên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespît kirin.

OPERASYONA LI ŞAXÊ BÊYÎ KU ENCAMÊ WERBIGIRE VEKIŞIYA

Di 6’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker li herêmên Hûrîs, Kanî Kilê û Geliyê Tizisê yê girêdayê navçeya Şaxê ya Wanê operasyon dabû destpêkirin. Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker bi helîkoperên Kobra qad bomberdûman kir û di şeva 8’ê Cotmehê de bêyî ku encamê werbigire, bi paş ve vekişiya.”