Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hatê vêxistin

Li Geliyê Zapê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê ku salek e êrişên Tirkiyê li wir didomin, agirê Newrozê hate vêxistin.

Starta pîrozbahiya Newroza îsal a bi dirûşma “Dem dema serfefktinê ye” tê lidarxistin, li navçeya Elkê ya Şirnexê ku dikeve ser sînorê Herêma Kurdistanê ango başûrê Kurdistanê hat dayîn. 

Piştî ku şandeya siyasetmedarên KCD, HDP, DBP, TJA’yê li Elkê agirê Newrozê yê ewil vêxistin, berê xwe dan Geliyê Zapê ku Tirkiye ji 23’ê Nîsana 2021’an ve li wê deverê operasyona leşkerî daye destpêkirin û agirê Newrozê vêxistin. Şandeya siyasetmedaran piştî ku agir vêxistin kêliyek dirêj stran gotin û govend gerandin.