Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê Newroz hatin pîrozkirin

Li gelek navendên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin û Newroz hate pîrozkirin.

Li gelek navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê hatin pêxistin.

LI ÇIYAÊ GOWIJE Û BEARAN AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXSITN

Agirê Newrozê li çiyayê Gowîje û Beranan ji aliyê polîsên parêzgeha Silêmanî ve hat pêxistin. Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê destûr nehat dayîn welatî li dora agir ahengê lidar bixin.

Danê êvarî li çiyayê Gowîje yê Silêmaniyê ji aliyê hêzên polîsên Silêmanî ve agirê Newrozê hat pêxistin.

Heman wextî li ser çiyayê Beranan ê nêzî şikefta Hezarmêrd jî polîsan agirê Newrozê pêxist.

HEWLÊR

Li Hewlêr bi beşdariya nûnerên aliyên siyasî û encûmena parêzgehê li ser Keleha Hewlêr agirê Newrozê hat pêxistin.

Di çarçoveya tedbîrên li hember belavbûna vîrusa Koronayê îsal li Herêma Kurdistanê cejna Newrozê bi awayekî girseyî nayê pîrozkirin.

SILÊMANÎ

Yek ji navendên din ên agirê Newrozê hate pêxsitin, bajarê Silmanî yê Başûrê Kurdistanê ye.

Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz li kolaneke Silêmaniyê agirê Newrozê pêxistin.

GERMIYAN

Beşa Operasyonan a Asayîşa Germiyan ji bo pîrozkirina cejna neteweyî Newrozê sengerên pêşmergeyan ên li çiyayê Mirwarî ziyaret kirin. Li vir agirê Newrozê hat pêxistin.

Hêzên pêşmerge û asayîşê yên li dora êgir kom bûn, bi dirûşman Newroza gelê Kurd pîroz kirin.

ŞENGAL

Endamên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) li navçeya Xanesor a Şengalê agir pêxistin Newroz li gelê Kurd û hemû azadîxwazan pîroz kirin.

Ciwanan destnîşan kirin ku wê bi ruhê Newrozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin û dagirkeriya li ser gelê Kurd û Êzidxanê têk bibin.

Ciwanan paşê li ber agir govend gerandin û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ û ‘Newroz Pîroz Be’ qîr kirin.

Her wiha welatiyên Êzidî li ber malên xwe bi pêxistina êgir Newroza xwe pîroz dikin.

ÇOMAN-QENDÎL

Ji ber tedbîrên li dijî vîrusa Koronayê ku îsal Newroz bi awayekî girseyî nayê pîrozkirin jî, li her devera Başûrê Kurdistanê agirê Newrozê tê pêxistin. Li navçeya Çoman a Hewlêr û Binarê Qendîlê bi geşkirina agir Newroz hat pîrozkirin.

Welatiyên li dora agir kom bûn bi strana û sirûdên neteweyî Newroz pîrozkirin.

KELAR 

Ciwanên Welatparêz Rizgarî ya Kelarê agirê Newrozê pêxistin. Ciwanan li derdora agir bi tembûr govend gerandin û Newrozê bi stranan pîroz kirin.

KERKÛK

Ciwanên Welatparêz, li Taxa Rahîmawa ya Kerkûkê bi pêxistina êgir Newroz bi coş pîroz kirin.

MEXMÛR

Di pêşenktiya Tevgera Jinên Ciwan yên Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) de li derdora Mexmûrê Newroza îsal ji bo selvegera 42’emin ya PKK’ê li 42 cihên cuda  agir hat pêxistin.

Her wiha di nava wargehê de jî bi komên biçûk agirê newrozê pêxistin û her malekê li ber derî û kolanên xwe agirê Newrozê pêxistin.

Her ciqas ji ber Vîrûsa Koronayê bi girseyî gelê wargehê ne hatibe gelhev jî disa bi coş û kelecan Newroz hate pîroz kirin.