'Li gel Şaredariya Qersê îrade û keda jinê jî hate desteserkirin'

Rejîma AKP-MHP'ê beriya mehekê qeyûm danî ser şaredariya herî dawî ya bajêr a HDP'ê; şaredariya Qersê. Bi taybetî saziyên jinan hatin girtin û bajar veguherî rewşa beriya hilbijartinên 31'ê Adarê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an d 65 şaredarî bi dest xist. Lê belê tenê 4 şaredariyên navçeyan, 2 şaredariyên bajarokan bi giştî 6 şaredarî di dest de ma. Şaredariya bajêr a ku herî dawî bi rêya qeyûm hate desteserkirin jî şaredariya Qersê bû.

Hevseroka HDP'ê ya Qersê Sevda Sûbaşi têkildarî mijarê axivî û qala rewşa Qersê ya beriya şaredariya HDP'ê kir: "Beriya ku HDP Şaredariya Qersê qezenç bike, li bajêr rêyek jî tune bû. Plana çêkirinê ya gelek avaniya jî tune bû. Her tişt pêşkêşî hin kesan hatibûn kirin û bi rantê hatibûn belavkirin. Mînak: xetên mînîbusan jî radestî hin kesan hatibû kirin. Bi taybetî xeta ava vexwarinê ewqasî kevn bû, ku êdî ji lûleyên avê jehr diherikî. Ev pirsgirêkên girîng ên Qersê bûn. He rwiha li Qersê ji bo jinan tiştek tune bû."

PIRSGIRÊKÊN BINGEHÎN ÊN QERSÊ HATIBÛN ÇARESERKIRIN

Sûbaşi anî ziman, piştî ku HDP'ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de Şaredariya Qersê bi dest xist, ev pirsgirêkên bingehîn bi giranî hatin çareserkirin û got, "Bi keda hevşaredarên HDP'ê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca, Qers ji nû ve ava bû. Beriya her tiştî pirsgirêka sergo ji holê rabû, Qers bû bajarekî paqij."

Sûbaşi diyar kir ku gelek îhaleyên bi rengekî nelirê hatibûn kirin, ji nû ve li gorî usûlê hate kirin, kooperatîf hatin vekirin û di vir de jî girîngî ji bo jinan hate dayin.

Sûbaşi got, "Kooperatîfên ku keda jinê tê de hene bi cih hatin anîn. Li Qersê gelek hewldanên ji bo danasîna berhemên herêmî hatin kirin. Navenda Piştevaniya Jinê, Mor Cafe ya ku berhemên jinan lê dihatin firotin, ji bo jinan ku berê qet navê wan jî tune bû, gavên mezin û girîng bûn."

Sûbaşi ragihand ku berê li Qers 970 karker ji aliyê şaredariya berê ve dihatin xebitandin û got, "Kapasîteya şaredariyê ya xebitandina karkeran 370 bû, lê belê di berdêla rantê de gelek kes dihatin xebitandin. Mînak; gelek mirov hebûn ku tenê qerta wan a şaredariyê bûn, tevî ku ti kar nedikir jî maeş ji şaredariyê digirtin. Ew ji kar hatin derxistin. Her wiha hin karker hebûn ku maeşên wan nedihate dayin, maeşên wan hatin dayin."

HER TIŞTÊN JI BO JINAN JI HOLÊ HATIN RAKIRIN

Sevda Sûbaşi diyar kir ku piştî qeyûm hate tayînkirin, karên navborî hemû hatin rawestandin, saziyên berê hatin veikrin hatin betalkirin û ji bo Qersê rewş vegeirya beriya hilbijartinê. Sûbaşi got, "Piştî ku qeyûm hat, kooperatîfên ji aliyê HDP'ê ve hatin vekirin, konseya bajêr a karîger hatin betalkirin. Hin tax hebûn ku 7 salan xizmet ji wan re nedihatin kirin. HDP'ê ji bo wan taxan dest bi çêkirina rê û avaniyan kiribû û kar li ber qedandinê bû. Qeyûm weke ku wî dest bi vî karî kiriye, nîşan dide. Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariyê û Mor Cafe hatin girtin. Bi taybetî sosyolog û psîkologên ji bo jinan hebûn, karê van ên li şaredariyê hatin rawestandin. Navenda me ya pitşevaniya jinê beriya 6-7 mehan dest bi kar kiribû û di nava vê demê de 400 jinan serî li vê navendê dan. Hinek ji wan ji ber tundiyê, hinek ji ber rewşa aborî, hinek jî ji bo piştgiriya psîkolog hatibûn. Xizmet ji hemûyan re hate dayin, hewl hate dayin ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin. Bazara Keda Destan a Jinan hebû, di dema şewbê de hate girtin. Eşyayên ji bo wê bazarê hatin niha li depoyan tên rizandin. Li Mor Cafeyê jin rojane dixebitîn û ji xwe re hatineyeke aborî bi dest dixistin, ew jî ji holê rakirin. Bi kurtasî hemû karên şaredariya HDP'ê yên ji bo jinan ji holê hatin rakirin. Li Qersê zehmet bû ku jin hêza aboriyê bi dest bixe, neçar hate hiştin ku li destê mêr binere. Ji ber vê yekê ya ku hate desteserikrin ne tenê Şaredariya Qersê bû, di heman demê de îrade, ked û azadiya jinê jî hate desteserkirin."

HER KES NERAZÎ YE

Sûbaşi ragihand ku gelê Qersê ji tayînkirina qeyûm, ji girtina Ayhan Bîlgen û 21 kesên piştre hatin girtin nerazî ye û got, "Ne tenê hilbijêrên HDP'ê her wiha Qersiyên alîgirê AKP û MHP'ê jî ji vê neheqiyê aciz in. Her beşên civakê dibêjin ku neheq bû ku ev nêzîkatî li HDP'ê hate kirin."