Li Gare, Xakurkê û Zapê êrîşên hewayî

Balafirên şer ên Tirk bombe li Garê, Xakurkê û Zapê barandin. HPG'ê ragihand ku tiştek bi hêzên wan nebûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirine.

Der barê êrîşê de hate gotin, "Di 7'ê Cotmehê de saet 17:00 balafirên şer herêma Xêrê ya Garê, saet di 20:30'î de qada Sininê ya Xakurkê bombe kirin.

Di 8'ê Cotmehê de saet di navbera 10:30 û 11:30 de balafirên şer bombe li qadên Sida û Şehîd Rustem ên Zapê barandin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."