Li Garê gerîlayek şehîd bû

HPG’ê ragihand ku di êrîşa esmanî ya artêşa Tirk a li ser gundê Zêvkê ya devera Bergarê ya Garê de gerîlayê wan ê bi navê Bariş Saydan (Andok Oremar) şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Artêşa Tirk a li Garê tarûmar bûn, bi operasyonên esmanî û bomberdûmanên li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê, li pey lêgerînên ku şikestina xwe ya dîrokî bide jibîrkirin. Artêşa Tirk a li bejahiyê ve vîna ku li hember gerîla şer bike ji dest daye, bi van hewldanan wê nikaribe xwe rizgar bike. Dewleta Tirk a girker ku tevî van hemûyan dizane jî, lê bi van bomberdûmanan serî li lîstikên şerê taybet û derewan didin, bi birêvebirina şer derûnî yê taybet dixwazin civak û raya giştî bixapîne. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên bi berxwedana xwe ya dîrokî, çawa ku heta niha hemû derewên dewleta Tirk vala derxistiye, wê ji niha û şûnde jî çawa ku her demê heqîqet nîşan daye û nûnertiya wê kiriye, wê bi raya giştî û gelê xwe re parve bike.

Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Nîsanê êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kirin. Di vê çarçoveyê de;

4’ê Nîsanê saet 10:50’î balafirên şer bombe li devera Golka ya herêma Metîna barandin.

4’ê Nîsanê saet 11:20’î balafirên şer bombe li dever Cîloyê Biçûk a herêma Zapê barandin.

4’ê Nîsanê saet di navbera 20:00-22:00’an balafirên şer zeviyên gundê Zêvkê ya herêma Bergarê ya Garê bombe kirin. Di vê bomberdûmanê de hevrêyê me Andok Oremar şehîd bûye.

MILÎTANEKÎ KÊRHATÎ YÊ APOYÎ BÛ

Hevrêyê me Andok li navçeya Gever a Colemêrgê hatiye dinê. Hevrêyê me Andok ê kesayetiya xwe bi çand û kevneşopiya serhildêr a welatparêz a gelê Geverê girtî, her demê bi xeyalê bûna gerîlayek Azadiya Kurdistanê û berê xwe dana çiyayên Kurdistanê mezin dibe. Hevrêyê me Andok ê bi eslê xwe ji Oremarê ye, hê di temenê xwe yê ciwan de ji ber destanên gerîla yên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Oremarê li dijî dewleta Tirk a dagirker pêk anîn bandor bûye, têkoşîn kiriye. Cih di nava çalakiyên ciwanan de girtiye. Dema ku mezin dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê ku bi xeyalên wê mezin bûyî. Hevrê Andok ê bi xwebûn, sade û ji dil tevlîbûna xwe ya nava jiyana gerîla re kiriye yek, îdeolojî û felsefeya Apoyî di xwe de kûr kiriye û bûye yek ji milîtanên serketî yê Apoyî. Hevrê Andok ê li hemû qadan ji derveyî serketinê ti vebijêrkek din qebûl nedikir, herî dawî li qada Garê dema li ser erka xwe bû, di encama bomberdûmanekê de şehîd dibe.

Hevrêyê me Andok ê li ser xeta şehîdên li Garê serketin û destan nivîsandin meşiya, ala têkoşînê hilda, wê sekin û tevlîbûna wî wê di têkoşîna me de bibe meşaleyek a ronî. Soz didin hevrêyê nxwe em ê bi ruhê serketinê yê Garê li ser şopa şehîdan bimeşin û bîranînên wan bi serketinê tacîdar bikin.

Li ser vî bingehî di serî de ji malbata hevêryên xwe yên birûmet, gelê Oremar û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Nasameya gerîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Andok Oremar

Nav û Paşnav: Bariş Saydan

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê-Bav: Asya-Mehmet Selîm

Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Garê/ 4'ê Nîsana 2021