Li Farqînê malbatek bi êşkenceyê hat destgîrkirin

Leşkerên Tirk li Farqînê, ji malbateke koçer 5 kesan bi êşkenceyê destgîr kirin.

Hat îdiakirin ku di pevçûna li gundê Bameydan ê Farqînê de 3 gerîla şehîd bûne. Piştî pevçûnê leşkeran gund dorpêç kir. Paşê leşkeran avêt ser devera ku konên koçeran lê ne û li vir ji malbeteke koçer 5 kesan bi êşkenceyê destgîr kir.  

 Ji heman malbatê yek jê jin, yek jê zarok û 3 jê jî mêr 5 kes hatin destgîrkirin. Her wiha R.D.'yê ku pê hesiya malbata wî hatiye destgîrkirin û ji Êlihê hat gund, ew jî ji aliyê leşkeran ve hat destgîrkirin. Hat hînkirin ku leşkeran êşkence li ferdên malbatê kiriye û paşê ew birine Midûriyeta Cendirmeyan a Farqînê. Hat ragihandin ku D.D. yê 9 salî ku hat destgîrkirin, paşê radestî ferdên malbatê hatiye kirin. 

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ye: R.D. (54), S.D., H.D. (24), H.D. (28) û M.S. (45)." 

Hat diyarkirin ku piştî kontrolkirina tenduristiyê dê kesên destgîrkirî sewqî Fermandariya Cendirmeyan a Amedê bên kirin. 

Di medayaya dijîtal de wêneyên malbata D. ku bi êşkenceyê hatin destgîrkirin hatin belav kirin. Di wêne de tê dîtin ku du mêrên kincên bin li wan in destên wan ji paş de hatiye kelemçekirin û li bin tekerê wesayîta zirxî dirêjkirî ne. 

D. diyar kir ku ferdên din ên malbatê birayên yên wêneyên wan hatine girtin û têkildarî êşkenceyê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê da.