Li Erzirom û Wanê qirkirina siyasî

Di çarçoveya dosyayeke lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de li Erziromê 6 rêvebirên HDP’ê û li Wanê jî endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP’ê Okkeş Kava hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya dosyayeke lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de gava Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê Mûammer Dûman û Turkan Sumbul, rêvebirê HDP'a Erziromê Yuksel Kîşî, Hevserokê HDP’ê yê Qereyaziyê Çetîn Demîr, Hevserokên HDP’ê yên Qereçobanê Remziye Tosûn û Emîn Tosûn ji bo îfadeyê çûn Midûriyeta Polîsan a Erziromê, hatin destgîrkirin binçavkirin.

Sedema destgîrkirina HDP'iyan nehat hînbûn.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Wanê de jî Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Okkeş Kava jî li navenda bajêr hat destgîrkirin.