Li Ermenistanê ji bo Ocalan konferansa jinan hate lidarxistin

Li paytexta Ermenistan Êrîvanê bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konferansa jinan hate lidarxistin.

Bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê li Mala Çanda Kêmnetewên Ermenistanê konferansa jinan hate lidarxistin. Nûnera Jinên Kurd a Moskova, Nûnera Jinên Kurd a Gurcistan, Komîteya Kurdistan, Seroka Tevgera Jinên Kêmnetew yên Gurc a Ermenistanê, Seroka Tevgera Jinên Kêmnetewe yê Yewnan a Ermenistanê, Nûnera Jinên Kêmnetew Rûs a Ermenistanê, rewşenbîr û ji Okomberyan Elegezê jin beşdarî konferansê bûn.

Çapemeniya Ermenistanê jî konferansa jinan ji nêz ve şopand. Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Medya Garzan destpêkê axivî û hêzên di komployê de cih girtin serî de DYE, Elmanya, Îsraîl û hevkarên Kurd şermezar kir û got; “Dema komployê de em li dora Rêbertî bûn xeleka agir. Şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ birêzdarî û bi minnet bibîrtînin. Komploya Navnetewî ya li dijî Rêbertî li dijî hemû nirxên demokratîk ên gelan û gelê Kurd pêk hat. Hêzên emperyalîst ku dixwestin Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bikin Rêbertî û tevgera azadiya Kurd li pêşiya politîkayên xwe weke asteng dîtin. Ji bo vê komploya navnetewî pêk anîn û xwestin rêbertiyê ji tevger û gel qut bike. Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêbertiyê divê hemû cûrê çalakiya em lidarbixin. Divê hemû xebaên me bibe navenda Rêbertiyê. Divê em li her derê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînê pêş bêxin.”

Nivîskara Ermenî Losîn Topûzyan: Qirkirina li dijî Ermeniyan hate kirin di sedsala 21’an de dîsa dûbare tê jiyîn. Li dijî Kurdan qirkirinek heye. Gelê Kurd li dijî faşîzmê têdikoşin. Gelê Kurd tu caran vê faşîzmê qebûl nake û li dijî faşîzmê jinên Kurd têdikoşin. Weke jinên Ermenî jî em ê tu caran vê faşîzmê qebûl nekin. Abdullah Ocalan ji ber pêşengê têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e niha di girtîgehê de ye. Di vê konferansê de daxwaza min ji Netewên Yekbûyî (NY) ew e ku li Tirkiyeyê dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bînin.

Seroka Dîaspora Îverîa Gurc Eterî Somaîa: Têkoşîna azadiya jinê li Emerîkayê destpê kir. Niha jî ev têkoşîn didome. Avabûna PKK’ê ji bo têkoşîna azadiya jinê werçerxek bû. Ji ber ku Abdullah Ocalan got ‘azadiya civakê bi azadiya jinê re pêkan e’. Ev jî bû sdem ku baweriya jinê bi hêza wê were. Bivê bir û baweriyê jinên Kurd ji bo têkoşîna azadiyê pêşengtiyê idkin. Em li gel jinên Kurd in.

Seroka Tevgera Jinên Kêmnetew Yewnan ên Ermenistanê Agabî Hûrşîdyangot: Ez gelek keyfxweşim ku jinan êşên dikişand dîtin û bi felsefeya Abdullah Ocalan re têkoşîna azadiya jinê pêşket. Ez gelek keyfxweşim ku jinên Kurd azadiya xwe di felsefeya Ocalan de dibîne û ji bo wê têdikoşe. Bijî fikrên Ocalan ku bandorekî mezin li ser hizrên jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kiriye.

Di şerê Tirk û Yewnana de 22 jinên Yewnan bi zarokan re ku teslimbûnê qebûl nekirin îradeyek mezin nîşan dan û xwe ji zinaran de avêtin. Ev jî di her civakê de dide nîşandan ku jina xwedî îradeyekî çawan e.

Nûnera Jinên Kurd a Moskova Siyasetmedar Parêzer Maya Amîrî: Em jin îro ji bo Ocalan li virin. Îro weke gelê Kurd divê em xwe li ber çavan re derbas bikin. Ocalan ji bo gelê Kurd nasname û zanîst da qezenc kirin. Em jin deyndarê Ocalan in. Ji ber wê ji azadiya Ocalan azadiya me ye. Ocalan wekheviya cins parast û ev jî di Rojhilata Navîn de destpêkek bû. Hêzên YJA-Star, YPJ û YJŞ koma xwe ji avabûna PKK’ê digre. Dema ku Ocalan PKK ava kir tovê têkoşîn Azadiya Jinê jî avêt. Bila her kes baş bizane ku 40 mîlyon Kurd nayê tinekirin. Ev hene û wê hebin jî. Îro ji bo hebûna xwe qîr bikin di grevên birçîbûnê de ne. Ocalan sedemê hebûna me ye. Lê hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe vê berxwedanê nabînin. Em jin em ê tecrîda li ser Ocalan bişkînin.

Endama Jinên Kurd a Guristanê Gûlnaza Egîd: Li sser navê jinên Guristanê em silavan ji Rêberê xwe re dişînin. Îro gelê Kurd ji 7 salî heta 70’î salî li ser rêya Rêbertiyê ne. Her jin amadeye ku ji bo Rêbertiyê canê xwe bide. Îro ji bo şikandina tecrîdê serî de Leya Guven û berxwedana hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin.

Parêzera Ermenî Aelîta Danghyan: Ji bo gelê Kurd fikrên Ocalan buye damarekî yê canî. Bi taybet ji bo jinan buye manîfestoya azadiyê. Jinên Kurd vê fikrî esas digre û têdikoşe.”

Rojnameger Lîanna Mhoyan: Abdullah Ocalan di sala 1999’an de hate girtin. Li dijî vê bi hezaran çalakî hatin kirin. Niha jî ev çalakî didomin. Pêşengê van çalakiyan jin in. Jinên Kurd cara destpêkê di cîhanê de ji bo azadiyê têdikoşe û şer dike. Jinên Kurd ji bo Kurdistaneke azad têdikoşe û pêşengtiyê dike.

Konferans bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.