Li Erdîşê parka MÎT’ê hate vekirin!

Li Erdîşê parka ku şaredariya DBP’ê çêkiribû ji hêla qeyûm ve hate xirakirin û li şûna wê li gorî daxwaza MÎT’ê park hate çêkirin. Di parkê de cîhazên guhdarîkirinê hatin danîn û bi mobêsayan tije kirin.



Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Erdîşê Mehmet Şîrîn Yaşar, projeyên ji bo gel yê ku HDP’ê çêkirin hildiweşîne û van projeyan dike qadên sîxûrkirinê.

Qeyûm Beyanameya Mafê Mirovan a Ewropayê ya li Parka Emrah û Selvî hilweşand û li şûna wê li gorî projeya ku MÎT’ê danî park ava kir. Di parkê gelek cîhazên guhdarîkirinê hatin danîn û her wiha park bi mobêsayan tije kiriye. Tê texmînkirin ku park ji bo xebatên sîxûriyê were bikaranîn.

Qeyûmê ji bo ku parkê bi hezaran TL xerc kir û park ji bo MÎT’ê kire qada xebatê sîxûrkariyê. Parka ku bi taybetî ciwan diçine, li nêzî maseyên di nav parkê de cîhazên guhdarîkirinê hatin danîn û kamerayên mobesa yên veşartî jî balê dikişînin.