Li Erdîşê HDP’yî û DBP’yî derb kirin û destgîrkirin
Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Recep Onal li gel Mekan Beder û Hakan Bozdag dema li pêşiya edliyeya Erdîşê li benda hilbijartina dengan bûn, hatin destgîrkirin.
Rêveberê DBP’ê yê navçeyê Recep Onal li gel Mekan Beder û Hakan Bozdag dema li pêşiya edliyeya Erdîşê li benda hilbijartina dengan bûn, hatin destgîrkirin.
Li navçeya Erdîş a Wanê, 3 kesên li pêşiya edliye yê ya li ser îtiraza AKP’ê ji nû ve deng dihatin hejmartin, hatin destgîrkirin.
Rêveberê DBP’ê Recep Onal û welatî Mekan Beder û Hakan Bozdag ên ji bo hejmartina dengan li ber edliyeyê sekinîbûn ji aliyê leşkeran ve hatin destgîrkirin. Şahidan bûyerê gotin her sê kes bi derbkirinê hatine destgîrkirin û ew birine buroya emniyetê ya di bin avahiya qeymeqamiyê de.