Li Erdîşê di 22 rojên dawî de 47 kes hatin girtin

Li navçeya Erdîş a Wanê di navbera 5 û 7'ê Sibatê de 29 kes hatin destgîrkirin, 23 ji wan jî hatin girtin. Di nava 22 rojên dawî de li Erdîşê 90 kes hatin destgîrkirin, 47 ji wan girtin.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re AKP li Erdîşê bi rêya polîs û leşkeran zexteke giran li gel dike. Li navçeya Erdîş a Wanê, polîs û leşkeran dema dawî avêtin ser bi sedan malbatan, bi sedan kes destgîr kirin û bi dehan ji wan jî girtin. Di nava 22 rojên dawî de li Erdîşê 90 kes hatin destgîrkirin, 47 kes hatin girtin.

Di nava 2 mehên dawî de di 200 serdegirtinan de ji sedan binçavkiriyan 93 kes hatin girtin.

Di navbera 5 û 7'ê Sibatê de 29 kes hatin destgîrkirin û 23 ji wan bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" hatin girtin. 6 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Di nava 22 rojên dawî de herî kêm 90 kes hatin destgîrkirin ku yek ji wan jineke extiyar a 86 salî bû ku nexweşa tansiyon û şekir e. Ji 90 kesên destgîrkirî 47 kes bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" hatin girtin.