Li Elkê zozan li şêniyan hate qedexekirin
Dewleta Tirk, Zozanê Kolya yê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta 'ewlekariyê' li xelkê herêmê qedexe kir.
Dewleta Tirk, Zozanê Kolya yê li navçeya Elkê ya Şirnexê bi hinceta 'ewlekariyê' li xelkê herêmê qedexe kir.
Şêniyên ku berê xwe dan Zozanê Kolya ku li Çiyayê Kato Jîrka ya li navçeya Elkê ye, ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Zozana navborî li nava 'herêmên qedexekirî' yên Walîtiya Şirnexê de nîne.
Şêniyên ku destûr ji Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê wergirtin û çûn herêmê, li vê derê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin. Leşkeran bi îdîaya 'ewlekariya baregeha leşkerî' nehiştin xelk biçe zozanan.