Li Elkê êrîşa çekdarî
Temel Temel ku li mala xwe ya li gundê Setkar ê Elkê êrîşa çekdarî lê hate kirin, jiyana xwe ji dest da.
Temel Temel ku li mala xwe ya li gundê Setkar ê Elkê êrîşa çekdarî lê hate kirin, jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê, Temel Temel ê 50 salî ku birayê şaredarê berê yê BDP'ê Yûsûf Temel bû, doh êvarê li ber mala xwe êrîşeke çekdarî lê hate kirin. Temel ku li mala wî hate reşandin, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan dijminatiya Temel bi kesî re tune bû û çavkaniyên herêmî dibêjin, sûîqest lê hatiye kirin.