Li Dûkanê civîna PDK-YNK'ê dest pê kir

Piştî krîza di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ku bi referandûmê dest pê kir, bi tevlêbûna Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm PDK-YNK li hev rûniştin.

Piştî krîza di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya Başûrê Kurdistanê de ku piştî referandûmê dest pê kirî, bi tevlêbûna Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm li navçeya Dûkan a Silêmaniyê PDK-YNK li hev rûniştin.

Di civînê de endamên Polîtburoya YNK'ê Hêro Ibrahîm Ehmed û Mela Bextiyar, Qadir Hemecan, kurê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî Pawel Talabanî û gelek rayedarên payebilind hene.

Her wiha ji PDK'ê jî Mesûd Barzanî, Nêçirwan Barzanî, Endamê Dîwana Seroktiyê ya Başûrê Kurdistanê Fûad Hisên û gelek rayedarên payebilind hene.

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm jî hate hêwana ku wê civîn lê were kirin. Tê gotin Fermandarê Hêza Qudsê a Mihafizên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî jî piştre tevlî civînê bibe.

Tê gotin rojeva sereke ya lihevrûniştinê krîza di navbera Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de ye û her wiha rageşiya li Kerkûkê.