Li dora Tebqayê şerekî dijwar diqewime

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), navenda bajarê Tebqayê ji DAIŞ'ê paqij kir, li derdora bajêr şerekî dijwar rû da. Şer dewam dike.

Di şer de 16 çete hatin kuştin û tankek û 2 wesayîtên bombebarkirî ketin destê şervanan.

Li gorî agahiyên ji Tebqayê gihîştin ber dest, li herêmên Hey Ewwel, Hey Tanî û Hey Salis ên li dora Tebqayê şerekî dijwar diqewime.

Di vî şerî de heta niha 16 çete hatine kuştin, ku 3 ji van sekvanan in û tankek û 2 wesayîtên bombebarkirî ketin destê şervanan. Çeteyan danê sibehê ji Meskeneyê dest bi êrîşê kirin.

Piştî şerê 4 saetan, êrîş saet di 09:00 de hate şikandin. Li vir jî 6 çete hatin kuştin. Wekî din, derb li wesayîteke bombebarkirî hate xistin. Li dora bendavê jî şerekî dijwar diqewime.

Ji ber ku çeteyan hin ji sivîlan dîl girtine, şervanên QSD'ê bi baldarî û hêdî tevdigerin.

Navenda bajarê Tebqayê nîvê şevê bi temamî kete bin kontrola QSD'ê.