Li Dirbêsiyê û Efrînê cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin
Welatiyên herêma Dirbêsiyê û Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên azadiyê azadiyê oxir kirin.
Welatiyên herêma Dirbêsiyê û Kantona Efrînê cenazeyên 3 şervanên azadiyê azadiyê oxir kirin.
DIRBÊSIYÊ
Wekatiyên bajarên Dirbêsiyê, Serêkaniyê û bajaroka Zirganê cenazeyê Endamê Hêzên Asyîşê Şêrman Selman ê li gundewarên Tedmurê jiyana xwe ji dest dabû, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê wergirtin û li Goristana Şehîd Rustem Cûdî li rex herdu birayên wî Şehîd Hogir û Şehîd Mezlûm veşartin.
Li goristanê ligel deqeyek rêzgirtinê merasîmekî ya leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê Ebdulbaqî Kotê, li ser navê TEV-DEM′ê Xelîl Osman û bavê Şêrman, Selman axivîn û soza şopandina rçya şehîdên azadiyê heta pêkanîna armancên wan dan.
Her wiha Fermandara Hêzên Asyîşê Nûcan Hesen jî axivî, bal kişand ser berxwedana mezin a şervanên azadiyên di çeperên şer de û got: ″Em ê têkoşîna li dijî êrîşên faşîzma Tirk bidomînin. Rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê li hemû gelê Bakurê Sûriyê pîroz be.″
Piştre nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hat veşartin.
EFRÎN
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên herdu şervanên Hêzên Xweparastinê Ehmed Ferec û Mûstefa Mûstefa ji nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirnê de, Endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê, Kongreya Star, Hêzên Asayîşê, Hêzên Taybet ên girêdayî Hêzên Erka Xweparastinê, malbatên şehîdan û gumrigê, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hec Ednan û Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG′ê Sîdar Efrîn, axivîn.
Axaftvanan sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin, diyar kirin ku wê gelê Bakurê Sûriyeyê heta hinasa dawî têbikoşin û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Her wiha soza şopandina rêya cangoriyan dan.
Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.