Li Dirbêsiyê komplo bi meşeke girseyî ve hate şermezarkirin

Welatiyên ku li Kantona Cizîrê dijîn, Komoloya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, protesto kirin.

Li Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin. Di meşê de; gelên ji Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê û Til Temirê jî beşdar bûn.

Meş ji çerxerêya Şehîd Arîm Mîrkan a bajarê Dirbêsiyê destpê kir. Meşvanan wêneyên Ocalan, cangoriyên azadiyê rakiribûn û pankartên ku ″Tu kes nikare ronahiya me vemirîne”, “Ji Ocalan re azadî”, “Bimire kompoya navneteweyî” û “Azadiya Ocalan azadiya me ye″ hatibû nivîsandin, hatin vekiribûn.

Meş li ketina bajarê Amûdê rawestiya. Piştî ku deqeyek rêz hat girtin, Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kir û wiha got: ″Bi saya felsefeya Rêbertiyê, şoreşa gelan a azadî û demokrasiyê destpê kir.″

Di dawiya çalakiyê de meşvanan bi dirûşman daxwaza azadiya Ocalan kirin.