Li Dîlokê hevserokên HDP û DBP’ê hatin girtin

Li Dîlokê hevserokên bajêr ên HDP û DBP’ê jî di nav de 8 kes hatin girtin.

Hevserokê HDP’a Dîlokê Muslum Kiliç, Hevserokê DBP’a Dîlokê Abdullah Înce, Hevserokê HDP’a Navçeya Şehîtkamîlê Salman Tûtûmlû, Muslum Ozkan, Emîn Kavak, Mehmet Gumuştekîn, Suleyman Yagiz û Serdar Yildirim ên di 14 Mijdarê de li malên xwe hatibûn destgîrkirin, ji emniyetê derxistin birin Dadgeha Dîlokê.

 

Piştî îfadeyên her 8 kesan hat girtin bi angaşta “Endamên rêxistinê ne” ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Siyasetmedar şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.

 

Ji 57 kesên di 14’ê Mijdarê de li Dîlokê hatibûn destgîrkirin duh 5 kes hatin girtin û 5 kes hatin berdan û 39 kes hêj li emniyetê destgîrkirî ne.