Li Dîlokê bi deh hezaran kes li qada Newrozê li hev civiyan

Li Dîlokê Newroz bi beşdariya bi deh hezaran kesî hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hate ragihandin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bê şikandin û sîstema pirsgirêkan hildiberîne ji holê bê rakirin.

Qada pîrozbahiya Newrozê ya li Dîlokê bi flamayên HDP'ê hate xemilandin. Di pîrozbahiyê de ku beşdar bi kincên neteweyî tevlî bûn, pankarta bi nivîsa "Bi ruhê 689'an ciwan li her derê ne" hate hildan.

Ciwan hilkişiyan ser daran û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" qîriyan.

Hevserokê HDP'ê yê Dîlokê Avnî Bînîcî girtî silav kir û got, "Yên ku ji bo me digotin qediyane, ew bi xwe diqedin. Ev gel ti carî naqede. Em îro li qada Newrozê bersivê didin yên ku 'em qedandine'. Em bi gotina 'berxwedan jiyan e' ya Mazlûm Dogan li ber xwe didin. Niha dem dema serketinê ye."

Hevserok Ayten Kaya jî got, "Êdî bes e. Destên xwe ji jinan vekişînin. Em êdî naxwazin bi fîşeka hevser, bav bêne kuştin."

Piştre koma Dengê Gel a Erbanê ya ji Meclîsa Ciwanan a Bajêr a HDP'ê pêk tê, derkete ser dikê.

Hevserokê SYKP'ê Feyaz Çakmak jî got, "Yên ku dibêjin hêza HDP'ê nemaye bila li vê qadê binerin. Bila li qada Dîlokê binihêrin. Dîlok xwedî li îradeya xwe derket. Dawiya AKP-MHP'ê tê."

Piştî stranên hunermend Şerzat, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl axivî û destnîşan kir ku bi êrişan nikarin bi HDP'ê. Mahmût Togrûl got, "Em ê vê tecrîdê bişikînin. Yên ku girtîgeh kirine qadên mirinê bila zanibin ku em ê hevrêyên xwe azad bikin."

Mahmût Togrûl anî ziman ku mesele ne guhertin desthilatdariyê ye, divê sîstema ku pirsgirêkê hildiberîne bê guhertin û got, "Rêya vê jî tifaqa sêyemîn e. Em ê bi hev re vê rêyên geş bikin."

Newroz bi stranên Mîkaîl Aslan dewam kir.