Li Dîlokê 9 kes ji ber operasyona Efrînê hatin girtin

Li Dîlokê 9 kes ji ber li ser hesabên xwe yên tevna civakî peyamên aşitiyê li dijî operasyona Efrînê belav kiribûn hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

Li Dîlokê di navbera dîrokên 22-25’ê Çile de Hevseroka HDP’ê ya bajêr Atiye Okay, Endamê Meclîsa Partiyê Mehmet Karayilan, Hevserokê  BDP’ê ya Navçeya Şehîd Kamîl  Tahir Altûg, endamê HDP’ê Rişvan Deniz, Ahmet Suluk, Cezayîr Bozan, Emîn Baran, Mazlûm Arslan, Hakîm Şamdan, Celal Denîz, Ahmet Aslan ji ber bangên aşitiyê di tevna civakî de belav kiribûn hatibûn binçavkirin û piştî lêpirsina li emniyetê sewqî dadgehê hatin kirin.

Li 1’emîn Dadgeriya Cezayê Sulh ê Nobedar piştî îfadeyê Hevseroka HDP’ê ya bajêr Atiye Okay, Endamê Meclîsa Partiyê Mehmet Karayilan jî di nav de 9 kes hatin girtin û 2 kesên din bi şertê kontrola edlî hate berdan.