'Me li dijî xiyanetê li ber xwe da, em ê li ber xwe bidin'

Nûman Bagci ku di emrê ciwantiyê de tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, bi afirandina nirxên mezin bû yek ji milîtanên pêşeng ên partiya xwe.

Yek ji milîtanên pêşeng ê bi ruhê 68'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, Nûman Bagci ye.

Nûman Bagci weke şopdar û şagirtekî milîtan ê Mahsûm Korkmaz, sala 1977'a li Êlihê tevlî nava refên têkoşîna rizgariya neteweyî bû. Dema ku dest bi têkoşînê kir hîn 14-15 salî bû. Lê belê wî dilê wî yê ciwan tirs xistibû nava dilê dijmin.

DI EMRÊ CIWANTÎ DE BI ÇALAKIYÊN XWE DERB LI FAŞÎZMÊ XIST

Di demekê de ku xeta teslîmiyetkar ji bo Nûmanan, Ahmetan, Mûstafayan digot, "Apoyî zarok in, ewladên me dixapînin", ew bi berxwedaneke ku van hêzan nekarîbûn xwe bidin ber, rabûn û bi wêrekî û çalakiyên xwe yên di emre ciwantiyê de ber li faşîzmê xistin.

Pratîka wî raxist pêş çavan bê netewe dewlet hêzeke çiqasî pûç e. TC ku bi artêşa xwe ya ji milyonan leşkerî û bi saziyên xwe nîşan dida ku hêzeke gelekî mezin e, li pêşberî çalakiyên ûmanan, Ahmet Kûrtan û Mûstafa Yondeman bêçar mabû û ketibû nava panîkê.

BI PARTIYA XWE RE MEZIN BÛ Û BÛ MILÎTANEKÎ PÊŞENG

Nûman Bagci heta darbeya leşkerî-faşîst a 1980'î li Êlihê têkoşiya, li refên herî pêş ê tevgera ciwanên şoreşger cih girt. Li Êlihê ku yek ji kelehên destpêkê yên têkoşînê ye, li her qadê têkoşiya. Ji bo gelê herêmê birêxistin bike û bixe nava liv û tevgerê, bi milîtaniyeke mezin rabû. Tevlî gelek çalakî, xwepêşandan û civînan bû. Ew bi partiya xwe mezin bû û li eniya şer bû milîtanekî pêşeng.

CIHÊ XWE DI NAVA BERXWEDANA FÎLÎSTÎNÊ DE GIRT

Sala 1981'ê derket derveyî welat û ji bo karên pêşeng ên li welêt, bi ruhê milîtaniyê xwe perwerde û amade kir. Di dema amadekariyê de li qada berxwedana Fîlîstînê cihê xwe di nava têkoşîna dijî Siyonîzmê de girt.

Nûman Bagci bi tecrûbeya xwe ya li vir berê xwe da pratîka welêt û li nava refên herî pêş cih girt.

Sala 1982'an ji bo karê pêşengiyê bike, tevî komek ji hevrêyên xwe kete nav welêt û piştî birêxistinkirina tevneke têkiliyê û qedandina amadekariyan, heman salê derbasî herêma ku ji aliyê Mehmet Karasûngûr, Hamît Avci û Harûn Araş hate vekirin, bû. Piştî qedandina amadekariyên dawî, di bihara 1983'an de tevî komek ji hevrêyên xwe derbasî eyaleta Garzanê bû.

Têkoşîna xwe ku bi sernavê "Me li dijî xiyanetê li ber xwe da, em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin" di bîranînê de hate weşandin, heta payîza 1985'an dewam kir. Nûman Bagci heta Pêngava 15'ê Tebaxê ya mezin li eyaleta Garzanê kar kir û li dijî hêzên mêtinger û noker li nava refên herî pêş ên çalakiyan cih girt.

WÊ HER TIM BÊ BÎRANÎN

Tevî ku tevlî Kongreya 3. a PKK'ê nebû jî, ji ber pratîka xwe ya şoreşgerî ji wezîfeyên navendî yên partiyê re namzet hate nîşandan û ji bo endametiya Komîteya Navendî ya PKK'ê hate hilbijartin. Sala 1987'an bi wezîfeya berpiryariya eyaleta Garzanê rabû. Nûman Bagci ku piraniya emrê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de derbas kir, bi milîtaniya xwe ya bi mînak, nirxên mezin li nava partiya xwe afirand. Ji ber van hewldanên xwe wê di nava berxwedanê de her tim were bîranîn.