Li dijî navenda polîsan a li Yenîşehîrê çalakî hate kirin

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî di 25'ê Tebaxê de bi teqemeniyê li dijî navenda polîsan a li Yenîşehîr a Amedê çalakiyek pêk anî.

Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî ragihand, di 25'ê Tebaxê de li dijî amîrtiya navenda polîsan a li navçeya Yenîşehîr a Amedê çalakiyek pêk aniye. Di daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê de hate gotin, "Endamên me bi teqemeniyên bi xwe amadekirî li dijî amîrtiya polîsan a Yenîşehîrê ya dewleta TC a dagirker çalakî pêk anîn. Hejmara polîsên kuştî û birîndar ên di vê çalakiyê de nehate tepsîtkirin, xisareke madî li amîrtiya polîsan bû.

Em dibêjin, bi çalakiyên xwe em ê tola xwe ji polîsên TC ên dagirker ku êrîşî îradeya gelê me dike hilînin. Her polîsê dagirker ê li bajarê me divê zanibe, 'Em her tim li vir û em li her deverê ne ku hesabê êrîşên we yên li dijî gelê Kurd bistînin. Polîsên faşîst ên dagirker her ku daketin kolanan, her ku çûn mala xwe, karê xwe, her ku li bajarê me Amedê nefes wergirt wê pêjna me ya tolhildanê nêzî wan be."