'Li dijî konsepta piralî ya êrîşan, têkoşîna piralî divê'

Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK'ê Serhed Varto: Em bi berxwedan û rêxistinbûna xwe, li qadên siyasî, leşkerî û dîplomatîk têkoşîna xwe bilind dikin. Ancax bi vî rengî em dikarin vê konseptê bişikînin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK'ê Serhed Varto, bû mêvanê Bernameya Rojeva Welat û pirsên nûçegihan Enes Yildiz bersivand.

PKK LÎSTOKÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ TÊK DIBE, LEWMA DIBE HEDEF

Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve ya KCK’ê Serhed Varto, bi bîr xist ku di dîrokê de hêzên herêmî û navdewletî çawa Kurd ji bo meslehetên xwe bi kar aniye û di guhertina vê dîrokê de rola PKK’ê û bi vê re girêdayî sedema ku PKK dibe hedef, wisa dinirxîne: “Biryara Emerîkayê a li ser sê pêşengê me biryareke cîddî ye. Wek hin derdor şîrove dikin û dibêjin ji bo dilê Tirkan xweş bikin ev biryar hatiye dayîn, lê ne wisa ye. Ev biryar biryareke wisa ye ku dîroka wê heye û girêdayî konsepteke giştî ye. Ger ku em Kurd li hemberê vê biryarê nesekinin, wê di demên pêş de biryarên hîn xeteretir li ser tevgera azadiyê were girtin. Ev konsept di esasê çarçoveya mudaxaleya Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn de ye. Ev konsept bi avabûn û mezinbûna tevgera azadiyê de dest pê kir. Niha di sedsala 20’emîn de di wê sîstemê de ya ku li Rojhilata Navîn hatibû çêkirin, di wê sîstemê de cih nedabûn Kurdan. Bi awayekî veşartî Kurd di bingeha vê statûyê de cih girt. Çawa cih girt? Yanî Kurd di bin kontrola welatên rojavayî de hatin hiştin, hatin parçekirin û Kurd her tim li hemberî her çar dewletên dagirker yên heremê wek tehdîdekê bi kar anîn. Ev rol dan Kurdan, dema ku mirov li dîrokê temaşe dike, mirov dibîne ku dîsa ev rol dane. Mînak di sala 1946’an de Kurdan Komara Mehabadê ava kirin, wê demê Rûsyayê piştevanî kir, teşvîk kir, lê dema ku pergal ava bû, ji Îranê tavîz girtin û dest ji Kurdan berdan. Di sala 1975’an de jî di Aşbetala Başûrê Kurdistanê çêbû. Emerîka, hinek welatên Ewropayê, Birîtanya, ev welat di esas de bi vê hereketê re di nava têkiliyan de bûn. Lê wextê ku bi dagirkeran re li ser Kurdan li hev kirin, destê xwe ji Kurdan kişandin, tavîzên pêwîst ji hêzên heremê stendin û bi vê yekê re Kurd têk çûn. PKK wexta ku derket ortê ev lîstok pûç kir. Ji ber ku ev lîstok pûç kir, di serî de PKK hat bû hedef. Bala xwe bidinê, di salên 1987-88’an de sloganek pêş xistin ‘Gotin ji APO re na, ji PKK’ê re erê’. Çima? Ji ber ku Rêber Apo ev lîstok pûç kir. Beriya wê jî digotin ‘Ji Kurdistanê re erê , ji PKK’ê re na.’ Piştre PKK’ê ev lîstok pûç kir. Sîstema navdewletî pêwîst dît ku bi komployeke navneteweyî Rêber Apo dîl bigirin. Wan hesab kirin ku ger Rêber Apo dîl bigirin, wê bikaribin vê lîstoka xwe ya li ser Kurdan bidomînin. Lê piştê bi dîlgirtina Rêber Apo re derket holê ku Rêber Apo tevgereke wisa ava kiriye ku di xeta wî de didomînin. Careke din ev siyaset hat pûçkirin. Ji ber wê jî îro di şexsê van her sê hevalên me de, di esasê xwe de tevgera PKK’ê bi giştî dibe hedef. Dixwazin PKK’ê tasfiye bikin. Nexwe çima dixwazin PKK’ê tasfiye bikin? Ji ber ku PKK di siyaseta Rojhilata Navîn de destûr nade ku, ne Emerîka ne jî hêzeke dîtir Kurdan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne û wextê ku karê wan xilas bû jî Kurdan bidin aliyekî û wê biavêjin. PKK jî li hemberê van lîstikan destûr nade van lîstikan. Wekî berê ev hêz nikarin Kurdan li gorî dilê xwe bi kar bînin.”

PKK PÛSÛLA Û DÎNAMOYA KURDAN E

Di berdewamiya axaftina xwe de Serhed Varto di têkoşîna azadiya Kurdan destkeftiyên ku PKK’ê derxistiye holê û rola PKK’ê wiha anî ziman: “ PKK di têkoşîna azadiya Kurdan de pûsûla û dînamoya Kurdan e. Çima dînamoya Kurdan e? Ji ber ku PKK hest û daxwazên azadiyê yên gelê Kurd derxist ortê û ev daxwazên azadiyê birêxistin kiriye, hêzeke mezin derxistiye holê, ji bo vê jî dînamoya gelê Kurd e. Hemû pêşketinên ku piştî salên 1980’ê di nav Kurdan de ava bû û bû sedem kuKurd di qada navdewletî de deng, tişta ku ev hêz derxist holê û rêxistin kir PKK ye. Ji ber vê jî PKK dînamoya Kurdan e û dixwazin vê holê rabikin. Ya din PKK pûsûlaya Kurdan e. Ji ber ku PKK Kurdan hin hedefan ve girêdaye. Ew hedef çi ne? Ew hedef demokrasî ye, azadî ye, aştî ye, wekhevî ye. Siyaseta Kurd di vê çarçoveyê de pêş dikeve. Kesek nikare Kurdan ji hedefên wan dûr bixe û li gorî berjewendiyên xwe Kurdan bi kar bîne. Ji ber vê jî ev hêz, taybet jî Emerîka dixwaze PKK’ê bide aliyekî, ew hêza ku PKK bi fikir û felsefeya xwe ve derxistiyê holê ji bo xwe bi kar bîne. Dibêje ‘Eger PKK nebe wê Rojava were qebûlkirin. Eger PKK nebe ew ê li bakur mafê Kurdan were qebûlkirin. Eger PKK nebe wê li Şengalê de pirsgirêka Êzidiyan were çareserkirin. Eger PKK nebe wê li Başûr dewleteke Kurdan çêbibe’, gotinên wisa tên gotin. Ya rastî jî berovajî van gotinan e. Ji ber ku PKK heye ev destkeftî çêbûne. Ev destkeftiyên ku li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat û Şengalê derketine holê, bi saya paradîgmaya Rêber Apo û vê rêxistinê derketiye holê. Ji ber ku PKK heye ev destkeftî hene. Ger ku PKK nebe ev destkeftî jî wê ortê nemîne û ev hêza Kurd wê ji hev belav bibe. Ji ber ku tiştê ku dihêle Kurd li derdora wê kom bibe, paradîgmaya Rêber Apo ye. Di vir de armanc çi ye? Esas hedef ji bo tasfiyekirina PKK’ê ye.”

DI SERÎ DE YNK DIVÊ HEMÛ HÊZÊN KURD NEYÊN LÎSTIKÊN DAGIRKERAN

Varto, diyar kir ku di vê konseptê de Emerîka ne tenê yê û di vê konseptê de rola hin hêzên Kurd wiha nirxand: “Lê ev konseptek e, aliyekî vê konseptê Emerîka dimeşîne, aliyê din jî hin hêzên Kurd ji vê konseptê hêvî dikin û di nav vê konseptê de cih digirin. Mînak PDK di serî de di nav vê konseptê de ye. PDK di avabûna xwe de xwe wekî xwediyê Kurdistanê dibîne, dibêje ger ku Kurdistan hebe bila ya min be. Ger ku nebe, bila di destê dagirkeran de be. Heta niha PDK bûye parçeyek ji konsepta li hemberî destkeftiyên gelê Kurd. Hêviyê PDK’ê çi ne? Dibêje ‘Ger ku PKK tasfiye bibe, ew destkeftiyên ku PKK’ê derxistiye holê, wê ji min re bimîne.’ Ne tenê PDK niha di van demên dawîn de di nav YNK’ê de jî nêzîkatiyên wisa pêş dikeve. Taybet bi girtina saziyên Tevgera Azadiyê, ev jî derdixe holê ku, ev jî di heman çarçoveyê de ye. YNK hinek cudabûna xwe ji PDK’ê heye. Esas cudabûna xwe ji PDK’ê di salê şêst û şeşan de Mam Celal Talabanî û rehmetî Îbrahîm Ehmed ji ber xeta xwe ya demokratîk û welatparêz ji PDK’ê cuda bûn. Ji ber vê jî YNK di destpêkê têkiliya xwe bi PKK’ê re çêkir. Ji ber vê jî PKK di her demê de alîkariyeke cîddî ji bo YNK’ê kir. Lê di nav demê de hêzên navdewletî hinek YNK’yî bi PDK’ê re xistin nav têkiliyê û bi wî awayî kişand nav sîstema xwe. Lê rexmê wê jî YNK wek PDK’ê di heman xetê de nemeşiya. Niha em mêze dikin bi van êrîşan ve YNK jî heta astekê ketiye nav vê konseptê û ew jî bi van êrîşan re hêvî dike ku hinek tişt bikeve destê wan. Ew jî wek hincet dibêjin ku zextên Tirkan li ser me heye, berjewendiyên me ligel Tirkan heye, Tirkiye balefirxaneya Sileymaniyê girtiye û venake. Ji bo vê jî lazim e divê em hinek tavîzan bidin Tirkiye yê. Lê mesele ne tenê ev e. Lazim e YNK jî PDK jî vê baş bizanibin, bibînin û dîrok jî vê yekê ispat kiriye ku tiştên ku hiştiye peywendiyên PDK û YNK’ê jî bi Tirkiyeyê re pêş bikeve, PKK ye. Eger PKK nebe ne Tirkiye ewqas bi PDK’re peywendî pêş dixist ne jî bi YNK’ê re ewqas peywendî pêş dixist. Sedemên pêşxistina têkiliyan hebûna PKK’ê ye. Ya girîng PDK jî YNK jî vê derfetê çawa bi kar tînin. Eger bi rastî vê îmkanê ji bo berjewendiyên Kurdan bi kar bînin, wê demê li hember Tirkiyeyê hîn sekneke demokratîk û neteweyî dikarin nîşan bidin. Eger bi vê awayî her tim serê xwe li hember Tirkan daynin bixwazin PKK’ê lewaz bikin, divê baş bizanibin lewazbûna PKK’ê wan xurt nake. Lewazbûna PKK’ê wê YNK û PDK’ê jî lewaz dike. Heta YNK’ê hîn zêdetir lewaz dike. Me di pêvajoya Efrînê de ev yek baş dît. Ew hêzên ku di derdora PDK’ê bûn, di vê plana Efrînê de cih girtin, piştgirî dan vê planê. Di dawî de dema ku Tirkan Efrîn dagir kir, Efrînê neda ENKS’ê heta hinek ji wan kuştin û dan revandin.”

EGER PKK LAWAZ BIBE WÊ LI ROLA XWE YA BERÊ VEGERIN

Serhed Varto, di nirxandina xwe de PDK û YNK’ê hişyar kir û got: “Divê rola ku hêzên navdewletî daye Kurdan baş were fêmkirin. Kurdan li hemberê hêzên heremî bi kar tînin, dema ku tavîzên pêwist ji wan girtin û Kurdan didin aliyekî rol ev e. Eger PKK lewaz bibe Kurd vedigerin rolên xwe yên kevn. Yanî PDK jî YNK jî hemû vedigerin rolên xwe yên kevn. Ji bo vê jî lazim e tu hêzeke Kurd li ser lewazbûna PKK’ê siyasetê neke. Berovajî vê, li ser xurtbûna PKK’ê siyaset bimeşînin. Dema ku PKK xurt be, ew jî xurt dibin. PDK jî YNK jî pir basît û erzan tevdigerin. Mînak di vê dema dawîn de êrîşên li ser Şengal û Mexmûrê jî encamê heman siyasetê ye. Çi dikin? PDK aliyek bi destên kesên girêdayî wan yên wek Heyder Şeşo, Qasim Şeşo dibêjin ku PKK li Şengalê ye. Adeta ji Tirkiyeyê re dibêjin werin li Şengalê bidin. Gelo zarokên Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve werin qetilkirin wê çi bikeve destê Heyder Şeşo, Qasim Şeşo û PDK’ê? Dema ku DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir, gelê Êzîdî qetil kir kî çû hawara Şengalê? Tirkiye hat hawara Êzidiyan? Hûn Êzîdiyan li ser navê PKK’ê dikin hedefa Tirkiyeyê. Ev nêzîkatî, tu faydekî nade Kurdan, tu faydekî nade PDK û alîgirên wê. Yanî divê êdî hemû hêzên Kurd dest ji vê siyaseta teng berdin. Lazim e di çarçoveya Neteweya Demokratîk de siyasetê bikin. Eger Kurd bibin yek, bi hev re xwe bixin hêz, dikarin vê konsepta heyî a li ser Kurdan bişkînin. Lê ger ku bi vî awayî tevbigerin wê Kurd di vê pêvajoyê de nikaribin tu tiştekî bi dest bixînin.”

YEKÎTIYA KURDAN WÊ DESTKETIYÊN KURDAN MEZINTIR BIKE

Endamê Komîteya Têkiliyên Karên Derve yê KCK’ê Serhed Varto, di vê pêvajoyê de bal kişand li ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: “Ev krîz îmkan dide ku Kurd di heremê de destkeftiyên mezin bi dest bixînin. Riya viya a ewil jî di yekîtiyê de derbas dibe. Yanî hêza Kurdan ya siyasî, leşkerî, dîplomatîk, ne kêm e. Eger Kurd vê hêzê baş ji bo azadiya xwe bi kar bînin, esas tu kes nikare li hemberî Kurdan bisekine. Lê ji ber ku Kurd parçe parçe siyaset dikin, him hêzên navdewletî him jî hêzên heremî dixwazin ji vê parçebûna Kurdan sûdê werbigirin. Kurdan hîn zêdetir li hemberê hevdu bi kar bînin, yan jî her parçeyek Kurdan wek pariyekî ji xwe re têxin hedef û tune bikin. Ez her tim vê dibêjim ger ku Kurd yek be, ne Tirkiye, ne Îran, ne Sûriye, ne jî Iraq hîç dewletek wê nikaribe hemû Kurdan bike hedef. Lê bala xwe bidinê her yek van hêzên dagirker parçeyekî Kurdan dikin hedef. Eger Kurd yek bin, wê çaxê çi derdikeve holê? Şûna ku ev dewlet Kurdan bikin hedef, wê çaxê her kes hewil bide ku bi ev hêza Kurd re îtîfaqê çêbikin. Ji ber ku ev hêza Kurd hêzeke mezin derdixe holê. Ji ber vê jî şûna ku hêzên Kurd bibin parçeyên vê konseptê û di encama wê de jî, ji bo hin tiştên biçûk bikeve destên wan şûna bikevin vê rewşê divê xwe bikin û destkeftiyên pir mezin bi dest bixînin.”

DIVÊ EM ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK CÎDDÎ BIBÎNIN, LI SER ÊRÎŞÊN TIRKAN GELEK HESABÊN CUDA HENE

Varto, di nirxandina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze li Sûriyeyê nakokiyên di navbera Rûsya û Emerîkayê sûd wer bigire û ev tişt anî ziman: “Niha lazim e em gef û êrîşên Erdogan ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş binirxînin û cîddî jî bigirin. Tirkiye tu carî hebûna Kurdan qebûl nake. Tirkiye di çarçoveya hedefên xwe yên Rojhilata Navîn de wan gef û êrîşan dixwaze pêk bîne. Hedefa dewleta Tirk çi ye? Ya yekemîn hewl dide vîna Kurdan ji holê rakin. Tirkiye di vir de zelal e û eşkere dibêje. Niha dixwaze li Bakur, Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji holê rake, piştre jî Başûr ji holê rake. Lê Tirkiye ji bo van armancên xwe pêk bîne dixwaze rewşa siyasî a li heremê îstîfade bike. Rewşa siyasî a heremê çi ye? Li ser Sûriyeyê esas 2-3 şer tê meşandin. Yek şerê mezin yên cîhanî di navbera Rûsya û Emerîkayê de heye. Her du hêz dixwazin li Sûriyeyê pozîsyona xwe xurt bikin. Tirkiye dixwaze di vê rikberiyê îstîfade bike. Ya dîtir li ser Sûriyeyê şerê Îran û Emerîkayê heye. Careke din hesabê Tirkiye, Îran cuda cuda li ser Rojhilata Navîn heye. Esas yên ku Tirkiyeyê ji bo êrîşên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bike teşvîq dikin, Rûsya û Îran e. Çima dixwazin Tirkiye êrîş bike û teşvîk dikin? Li gorî xwe hesabê vê dikin ku Tirkiye endamê NATO’yê, li wir koalîsyona navdewletî û Emerîka heye. Eger Tirkiye êrîşê Bakurê Sûriyeyê bike wê çaxê yan wê Tirkiye û koalîsyana navnetewî yan jî bi Emerîkayê re werin hemberî ev, ev ji bo Rûsyayê destkeftiyek mezin e. Hesab dike ku di vir de Tirkiye wê herî zêde nêzî Rûsyayê bibe. Ger ku wisa nebe jî Tirkiye û Emerîka nehat hemberî hev û Emerîka xwe paşve kişand, Tirkiye êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, wê çaxê wê baweriya gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê wê bi Emerîkayê nemîne. Ew ê bibêjin ‘Emerîka û koalîsyon me naparêze, em mecbûr bimînin xwe bispêrin rejîmê. Konsepta Rûsyayê ev e. Lê ev konsept ji ber ku konseptekî şaş e wê cihê xwe negire. Ya yekemîn Tirkiye û Emerîka wê neyên hemberî hev. Eger Tirkiye bikeve Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi Emerîkayê re bi nav tifaqekî ve bikeve. Wî çaxê esas Tirkiye hîn zêdetir mihtacê Emerîkayê bibe, hîn zêdetir bikeve bin kontrola Emerîkayê. Jixwe Rûsya, Îran û rejîmê ev siyaset meşand. Mînak Tirkiye anîn xistin Babê, Îdlibê û piştre jî destûr dan Tirkiye bikeve Efrînê. Çi bû pekî encamê vê siyasetê? Emerîka, Birîtanya û Fransa di Idlibê de li pişt Tirkiyeyê sekinîn û destûr nedan Rûsya û rejîm li hemberê Idlibê operasyonê bike. Rûsya mecbûr ma li Soçî ji Tirkiyeyê re mûtabaqat pêş bixîne.”

HEBÛNA TIRKAN A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ ZERARÊ BIDE RÛSYA, ÎRAN Û REJÎMÊ

Serhed Varto, di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand li ser polîtîkayên Rûsyayê û encama wê wiha nirxand: “Ev siyaset di Idlibê de têk çûye. Encamê ku Rûsya dixwaze wê pêk neyê. Yanî Rûsya ew siyaset di Efrînê de jî da meşandin, lê berxwedana Efrînê ew siyaset pûç kir. Rûsya, Îran û rejim di esas de li wir ketin rewşeke zehmet. Niha wê çawa Tirkiyeyê li wir derxînin ew pirsgirêkeke mezin e. Ji ber ku NATO li piş Tirkiyeyê disekine. Ger ku Tirkiye bikeve Bakur û Rojhilat Sûriyeyê jî wê heman tişt çêbibe. Bê erêkirin û tifaqa Emerîka Tirkiye nikare bikeve Bakur û Rojhilat Sûriyeyê. Dema ku Tirkiye ket Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev tê vê wateyê ku bi NATO’yê re lihevkirinekî çêkiriye. Hebûna Tirkan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê feyde zêdetir wê zirarê bide Rûsya, Îran û rejîmê. Ya dîtir tiştek din di vir de heye. Çawa di Efrînê de ev siyaset bi berxwedanê ve hate pûçkirin, bêguman wê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî ger ku êrîşekî Tirka çêbibe gel û hêzên wê derê biryara xwe daye ew ê li ber xwe bidin. Gel û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta niha ev destkeftiyên xwe ne bi saya Emerîka ne jî bi saya Rûsyayê dest xistine. Ev gel gelek şehîd daye bi berdêlên giran ve ew destkeftî dest xistine, wê hêsan bernede. Ji ber vê jî wê li hemberî van êrîşa gelen heremê wê li ber xwe bide. Ev berxwedan wê çi ji xwe re bîne ne diyar e. Ji ber ku potansiyel heye ku encamên pir cuda derbixe holê. Piştê êrîşa Tirkan kî çawa helwest bigire, niha zêde ne zelal e. Dibe ku berxwedana gelên heremê encam û helwestên cuda derxîne holê. Hîç kesek bê alternatîf nîne. Ji bo vê jî her alî divê hesabê xwe baş bike. Ji bo Tirkan jî wê êrîşek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wisa ne hêsan be. Yanî Tirk her çiqas xwe wisa êrîşkar nîşan bidin jî di nav xwe de lewaziyeke wan a cîddî heye. Tirkiye her tim xwe bi krîzan ve bi rê ve dibe. Di aliyê aborî, siyasî de dewleta Tirk di nav tengasiyeke mezin de ye. Ji ber vê jî niha bi sîstemeke faşîst hewl dide xwe bi rê ve bibe. Di aliyê civakî de jî parçebûneke mezin heye. Niha dewlet û civak ji hevdû qut bûne. Êrîşeke bi vî awayî mumkun e ku ji bo Tirkiyeyê encamên pir xirab derxîne. Di Tirkiye de ev potansiyel heye. Têkoşîna muxalefeta Tirk, têkoşîna gelê Kurd di Tirkiye û Bakurê Kurdistan de zindî ye. Ev bi xwe re wê berxwedaeke mezin derxîne holê.”

WÊ HELWESTA GELÊN ROJHILAT Û BAKURÊ SÛRIYEYÊ ÊRÎŞÊN TIRKAN PÛÇ BIKE

Serhed Varto, di nirxandinê xwe de li hembê êrîşan bal kişand li ser rola gelên Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê û got: “Niha dewleta Tirk ger ku firsat bibîne wê êrîşê Minbiç, Girê Spî bike. Zaten dewleta Tirk firsend dît û êrîşê Mexmûr û Şengalê kir. Di vir de dijbertiya dewleta Tirk a li hemberê Kurdan diyar e. Lê niha hêza Kurd hinek tiştan asteng dike. Em bibêjin Emerîka an jî koalîsyona navdewletî Tirkan asteng dike, wê ne rast be. Helwest û hêza diyarker a ku nehêlên Tirk êrîşên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi xwe ne. Ji ber ku rêvebir û gel dibêjin ger ku êrîş çêbibe em ê li ber xwe bidin. Wê çaxê êrîş çêbibe gel li ber xwe bide, Emerîka û koalîsyona navdewletî li wê dere tiştekî neke, wê çaxê tu wateya hebûna Emerîka û koalîsyona navdewletî namîne. Di vê êrîşê de yan wê êrîşa Tirkan were şikandin yan jî bi ketina Tirkiyeyê wê Emerîka ji wê heremê derkeve. Ev jî pozisyona Îran û Rûsyayê wê xurttir bike. Ji bo vê jî yên ku pêşiya êrîşan bigire helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

ÊRÎŞA DEWLETA TIRK JI BILÎ DAÎŞ'Ê BI KÊRÎ TI HÊZÊ NAYÊ

Varto, hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê bi bîr xist û hemû hêzên di Sûriyeyê de wiha şiyar kir: “Di destpêkê de girêdanbûna Tirkiye û DAÎŞ’ê bi hev re heye. Tirkiye esas destpêkê siyaseta xwe li ser DAÎŞ’ê da meşandin, piştê ku DAÎŞ di qada navdewletî de wek terorîst hate îlankirin dewleta Tirk hinek mesafe xist navbera xwe û DAÎŞ’ê lê hîn jî têkiliyên wan berdewam dike. Ev êrîşên ku Tirkiye dike ji bo ku DAÎŞ nefes bigire. Lê di aliyên din êrîşên Tirkan ne tenê ji bo zindîbûna DAÎŞ’ê ye. Tirkiye rasterast destkeftiyên li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê derketiye holê, dixwaze van destkeftiyan ji holê rabike. Hêzên Bakurê Sûriyeyê jî di vê rewşê de neçar dibin, eger di rewşeke wisa de êrîş çêbibe neçar dimînin operasyonên xwe yên li hemberê DAÎŞ’ê rawestînin. Bere jî rawestandibûn. Ji ber ku hêzên Sûriyeya Demokratîk mecbûr e axa xwe li hemberê DAÎŞ’ê biparêze. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye ji DAÎŞ’ê xetertir e. Rêvebir û fermandarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ger ku êrîş çêbin xeteriya mezin kî be em ê li hemberê wan şer bikin. Ew xeteriya mezin jî Tirkiye ye. Di vê rewşê de xeteriya DAÎŞ heye ku hin heremên din dîsa têxe destê xwe. Ji bo vê jî ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke krîtîk e. Hem ji bo Rûsya Îran û rejîmê hem jî ji bo Emerîkayê rewşeke krîtîk e. Di vir de pêngaveke çawa were pêşxistin û encamên wê, ew ê çawa bin, pir ne zelal e. Ji bo wê jî divê herkes li ser vê planê baş bifikire.”

REJÎM Û DEWLETA TIRK NIKARIN PIRSGIRÊKA SÛRIYEYÊ ÇARESER BIKIN

Serhed Varto, diyarkir ku rejîm û dewleta Tirk li ser esasê tunekirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên li gel hev û wiha pêde çû: “Niha têkiliyên dewleta Tirk yên bi rejîmê re li ser esasê tunekirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Li ser vî esasî di nav têkiliyan de ne. Dewleta Tirk ji rejîmê re dibêje hûn bi tu awayî statûya Kurdan qebûl nekin, bi Kurdan re rûnenên. Lê ev tişt pirsgirêkê çareser nake. Di aliyê din de jî niha Tirkiye ji Cerablûs heta Idlibê perçeyek mezin xaka Sûriyeyê dagir kiriye û xistiye bin kontrola xwe. Di aliyê din rejim bi Kurdan re rûnenê wê çi bike? Ger rejim êrîş bike ew ji bo rejîmê pirsgirêk e. Ger ku Tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, ew jî pirsgirêk e. Niha nîqaşên wisa hene Tirkiye dixwaze destûra ji bo êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û vê dagirkeriya xwe rewa bike. Ji bo vê jî bi Tirkan re di nav hevdîtinan de ye. Ger ku rejîm destûr bide Tirkiyeyê, ew ê pişt re çawa Tirkan derxînin? Ger ku dewleta Tirk Girê Spî, Minbicê jî dagir bike wê piştre behsa statûya van deran bike. Ew ê e tişt çawa be? Lê ev ne diyar e. Ya diyar niha dewleta Tirk û rejîm ji bo Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê li ser hinek tiştan dixwazin li hev bikin. Lê di warê çareseriyê de nikarin çareseriyek derxînin. Ji bo Îdlib, Cerablûs û Efrînê jî nikarin çareseriyek derxînin holê. Ji ber ku bernameyên wan ji hevdu dûr e. Ger ku rejîm daxwazên Tirkan qebûl bike ev tê wê wateyê ku ev cihên ku Tirkan xistiye kontrola xwe di wê derê de hêza ku ava kiriye, wê ji bo demê pêş hîn zêdetir rejîmê tehdît bike. Di encamê vî tiştî de dibe ku rejîm nikare li ser piya jî bimîne. Ji ber vê jî peywendiyek heye, di heman demê de di lihevkirina wan de jî gelek pirsgirêk hene.”

DIVÊ EM LI DIJÎ KONSEPTA NÛ JI HER ALÎ VE LI BER XWE BIDIN

Serhed Varto, di nirxandinê xwe de bal kişand ser tecrîda Îmraliyê û vê tecrîdê wek konseptekî piralî û giştî girt dest û nirxandinê xwe wiha bi dawî kir: “Niha ev tecrîda girankirî a ku li hemberî Rêber Apo tê meşandin, ne bi tenê kare Tirkan e. Ev parçeyek konsepta navneteweyî ye. Bi taybetî dixwazin di vê dema hesas de tevgera me, gelê me ji nêrîn û perspektîfên Rêber Apo mehrûm bihêlin. Ji ber ku demên derbasbûyî nîşan da ku, her wexta ku Rêber Apo dikaribû mudaxaleya pêvajoyê bike gelek destkeftiyên Kurdan û hêzên demokrasiyê çêbûn. Gelek lîstikên navdewletî jî hatin pûçkirin. Ji bo vê jî konsepta li ser Rêber Apo hêzên komploger yên ku Rêber Apo anîn xistin Îmraliyê esas vê konseptê jî ew didin meşandin. Divê ev rastî were dîtin. Li hember vê konseptê ji bo Kurdan divê em bikaribin vê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin. Yanî biryara ku li ser her sê hevalan hate girtin, bi vê konseptê ve girêdayî ye. Bi tecrîdkirina Rêber Apo ve dixwazin gelê Kurd û tevgerê tecrîd bikin. Bi biryara li ser sê hevalan ve jî dixwazin PKK’ê ji siyaseta Rojhilata Navîn qut bikin, tecrîd bikin. Ev ne tesaduf e, teqez bi hev re girêdayî ye. Li hemberê vê jî pêwîst e em bi her şêwazê berxwedaniya xwe geştir bikin. Divê em li hemû qadan berxwedana xwe bilintir bikin. Taybet li ser esasê şikandina tecrîdê çalakiyên taybet hatiye destpêkirin, ev girîng e. Lazim e em bi her awayî vê çalakiyê kûr bikin. Wekî din jî di hemû qadan de pêwîst e têkoşîn were bilindkirin. Pêvajo bi rastî pêvajoyekê hesas e. Di vê pêvajoyê de em nikarin ji tu kesan bikevin hêvî û bendewariyê. Ev dibe xeletiyeke pir mezin. Em nikarin bibêjin Emerîka çi dike, an jî Rûsya çi dike. Bêguman em ê hemûyan bişopînin û li gorî wî wan tedbîr û siyaseta pêwîst bikin. Lê ya esas em bi berxwedaniya xwe ve, bi rêxistinbûna xwe ve di her qadê rêxistinê de qadên siyasî,leşkerî, dîplomatîk em têkoşîna xwe bilind bikin û em ancax bi vê şeklî bikaribin vê konsepte bişkînin. Herkes dîroka tevgera me dizane û dibîne. Me hemû pêvajoyên zehmet bi berdêlên giran bi berxwedaniyên mezin ve têk bir. Ev dem jî demeke wisa ye, lazim e herkes ji gerîla heta ciwanan ji Bakur heta Başûr, Rojava, Rojhilat hemû Kurd, hemû dostên Kurdan, divê em her cihî di nava berxwedaneke mezin de bin. Lazim e em pîvanê vê demê wisa daynin. Niha li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye, ev çi dide nişandan? Lazim e her kes di her qadê de bibêje ku xebatê me lewaz e. Eger xebatê me lewaz neba tecrîd nedibû. Ji bo wê jî lazim e em berxwedanê mezin bikin. Me çi wextê tecrîd şikand wê demê em dikarin bibêjin me xebatek baş meşandiye. Çi wextê me Rêber Apo azad kir, wê demê em dikarin bibêjin em di karê xwe de serkeftî ne. Ji bo me pîvan ev e. Lazim e em bi vê pîvanê tevbigerin.”