Li dijî hewldanên şer însiyatîfek hate avakirin

Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê, li dijî hewldanên şer a di nava Kurdan de ku dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê bide kirin, însiyatîfek hate avakirin.

Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê ragihand ku li li dijî hewldanên şer a di nava Kurdan de ku dewleta Tirk dixwaze bi destê PDK’ê bide kirin, însiyatîfek hate avakirin.

Yekîtiya Parlementerên Kurdistan ên daxuyaniyek belav kir, diyar kir ku însiyatîf wê ji bo pêşiya hewldana şerê ku derbikeve xebatan bike.

Di daxuyaniyê de li ser derketina şereke muhtemel a di nava Kurdan de hişyariyek da û banga çareseriyê kir ev hate gotin: “Ji bo çareseriya krîzan û avakirina bingehê diyalogê me pêwîst dît ku însyatîfek bê avakirin. Em dixwazin berpirs bikevin tevgerê û pêşiya şidet û şerê ku dixwaze derkevin bigirin. Em dikarin hemû bi hev re di bin heman sêwanê de bibin yek, hem pirsgirêk, li ser bingehê destkeftiyên netewî û diyarkirina siberoja gel dikarin çareserî peyda bikin. Divê em pirsgirêkan bi temamî çareser bikin. Bi hêviyeke mezin gavên vê însiyatîfê davêjin. Ji ber ku em vê di asta berjewendiyên netewî û welat de dibînin. Em naxwazin ciwanên Kurd xwîna yek birêjin, birînên berê bi xwîn nekin û dijmin kêfxweş nekin.”

Daxuyanî piştî daxuyaniya Mesût Barzanî ya ku raya giştî ya Kurd weke îlana şer pênase kir û şûnde hate dayîn.