Li dijî fermandarê pêşmergeyan êrîşa çekdarî

Fermandarê pêşmergeyan Muzafer Hemê Tahîr ê ku li dijî wî êrîşa çekdarî hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da.

Li Kerkûkê fermandarekî pêşmergeyan ji ber êrîşa çekdarî jiyana xwe ji dest da. Li Daqoqê jî li dijî pêşmergeyan êrîşa bi bombe hate kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, duh bi şev saet di 23.00’an de li Kerkûkê li nêzî Rêya Bexdayê li dijî fermandarê pêşmergeyan Muzafer Hemê Tahîr êrîşeke çekdarî hatiye kirin. Nehat hînbûn ku kê êrîş kirine û hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Ji aliyê din ve jî li nêzî gundê Til Hemedî yê navçeya Daqoq a bi ser Kerkûkê ji ber teqandina mayîneke ku berê li ser rê hatibû bicihkirin, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dabû û 3 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Di demên dawîn de li ser xeta Germiyanê ango li herêmên Kerkûk, Dakûk, Xûrmatû û Çiyayê Hemrînê gelek êrîş tên kirin.