Li Dihokê jî depoya cebilxaneyê şewitî

Li depoyeke ya cebilxaneyan a li bajarê Dihok ê Başûrê Kurdistanê şewat derket.

Li komelgeha Aloka ya ser bi Dihokê depoyekî çek û teqemeniya ya pêşmergeyan PDK'ê yên bi navê 'Pêşmergeyên Roj' ku ji koçberên Rojava hatine avakirin şewitî.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, ziyana giyanî nîne.

Hêjayê gotinê ye, duh bi şev jî depoyek a çekan li navçeya Tasluce ya bajarê Silêmanî teqiya û nêzîkî 3 saetan agirê teqînê berdewam kir. Di teqînê de 3 pêşmerge birîndar bûn.

Her wiha duh jî li ser rêya Hewlêr û Pîrmam depoyek ya çekan teqiya bû.

Di meha Tebaxa sala 2017'an de jî li nêzî Balefirgeha Hewlêrê depoyekî çekan a Fermandariya Zêrevanî şewitî. Herwiha li Hewlêrê di destpêka îsal de li ser rêya Newroz depoyek a çekan teqiya. Roja 30'ê Hezîrana îsal jî Behirke di depoyek a çekan de teqîn çêbû.

Lê heta niha sedemê teqîna van depoyan nayê zanîn.