Li Dersimê bîranîn: Em ê nehêlin Terteleya Dersimê bê jibîrkirin

Bi pêşengitya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, li Qada Seyîd Riza têkildarî 86'emîn salvegera Terteleya Dersimê daxuyanî hat dayîn.

Bi pêşengitya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê, li Qada Seyîd Riza têkildarî 86'emîn salvegera Terteleya Dersimê daxuyanî hat dayîn. Nûnerên Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Dersimê û rêxistinên navçeyan, nameta parlementeriyê ya bajêr Ayten Kordû, namzetê parlementeriyê yê Amedê Azad Bariş, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulîstan Atasoy, Serokê Baroya Amedê yê ber Cîhan Aydin, pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, Hevserokên Giştî yên Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD9 Kadriye Dogan û Mûsa Kûlû û pîrên elewî tev li daxuyaniyê bûn.

Li ser navê platformê Serokê Partiya Kedê (EMEP) ê Dersimê Ergîn Tekîn metna daxuyaniyê xwed. Tekîn bal kişand ser dîrokçeya komkujiyê û got ku ev komkujî niha jî didomin.

Tekîn di berdewama daxuyaniyê de ev daxwaza bi rêz kirin:

"*Bila bi awayekî fermî lêborîn bê xwestin,

*Bila arşîvên têkildarî pêvajoya 1937/38/39'an û heqîqet bi temamî bi raya giştî re bê parvekirin,

*Bila ji bo îadekirina îtibar mafên xizmên windayan daxuyaniyeke fermî bê dayîn,

*Bila cihê windayan (zarok, jin, extiyar) bê vekolandin û bila ji bo tespîtkirina nasnameyên kesên kuştî lêkolîn bê kirin,

*Bila navê Dersimê û navê cihên din bên îadekirin,

*Bila cihê gora Seyîd Riza û yên hatine bidarvekirin bê eşkerekirin,

*Bila Komkujiya Dersimê wekî 'qirkirinê' bê naskirin."

Piştî Tekîn, Hevserokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Ozkan Tacer, li ser navê Dadê Zeynel Kete, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalê (PSAKD) Cûma Erçe, Serokê Giştî yê Federasyona Elewî-Bektaşî (ABF) Mûstafa Aslan û herî dawî jî namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dersimê Ayten Kordû axivî.

Axivêran destnîşan kir ku divê dewlet bi gel re hevrû bibe û lêborînê bixwaze û ev peyam belav kirin: "Me Terteleya Dersimê ji bîr nekiriye, em ê nehêlin bê jibîrkirin. Em ê ji bo îadekirina navê Dersimê bixebitin."