Li Dersimê agirê ewil ê Newrozê hat vêxistin

Li Dersimê agirê ewil ê Newrozê li gundê Sorek ê navçeya Mazgêrdê hat vêxistin.

Li gundê Sorek ê navçeya Mazgêrdê ya Dersimê agirê ewil ê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat vêxistin. Agirê Newrozê li nava qada gund hat vêxistin. Şêniyên gund li dor agir kom bûn û dirûşmeya "Newroz pîroz be" berz kirin û li ber def û zirneyê govend gerandin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dersimê Alîcan Onlu, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Mûrat Aydin û Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî tevli pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.