Li Dersimê 30 herêm hatin qedexekirin

Li 30 herêmên cuda yên Dersimê 'herêmên ewlehiya taybet' hate îlankirin.

Li navenda Dersim, navçeyên  Pîlemûriyê, Xozat û Pulurê 30 herêm hatin qedexekirin.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Walitiya Dersimê ve hate dayin, hate gotin; “30 herêmên cuda yên ku dikevine navbera sînorê Navenda Dersim, navçeyên Pulur, Pîlêmûriyê, Xozat û Qisleyê, di navbera dîroka 16’ê Çile yê 2018’an – 30’ê Çile 218’an de Herêmên Ewlehiya Taybet hatine  îlankirn.”