Li derdora agirê Newrozê dîlana gerîla

Piştî vêxistina agir Ronahî Serhed bi giyana berxwedana serdemê cejna Newrozê li berxwedêrên Efrînê û hemû gelen Rojhilata Navîn pîroz kir.

Newroz di nava kurdan de sembola berxwedanê ye. Wateya wê ya dîrokî bi roja me re kirine yek û silavdayîna Efrinê xwediyê giringiyek mezine. Ji ber wê jî li gel hemû zor û zehmetiyan dibin balafirên bê mirov û balafirên şer de gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev komûn û Newroz bi kelecanek mezin pîroz kirin. Di şeva 21'ê Adarê de bi daketina tariya şevê re arê Newrozê li ser lutkeyên herî bilind vêxistin. Dîlana gerîla bi agir re geş dibû. Piştî vêxistina agir Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhed di derbarê wate û girîngiya Newrozê de axivî.  

Serhed di serî de cejna berxwedêrên Efrînê pîroz kir û wiha got: "Agirê azadiyê bi kawayê Hemdem Mazlum Doğan vêket, bi Zekiye Alkan re gur bû û bi Avestayan jî misoger bû. Ji ber wê jî bila ti carî dijmin bawer neke wê di kesayeta gelê kurd de vîna gelan bişikîne. Ev ne gengaz e, êdî vîna azad ava bûye. Careke din em vê cejnê li Rêber Apo, gerîlayên YJA Starê, HPG'ê û hemû milîtanên PKK'ê û PAJK'ê pîroz dikin. Bijî Rêber Apo, bijî berxwedêrên Efrînê, bijî berxwedana gelê Kurd û gelên Rojhilata Navin."

Piştî nirxandina Ronahî Serhed li ber stranan dîlana gerîla dewam kir û  di navê de jî dirûşmên weke "Bijî berxwedana serdemê", "Bijî Rêber Apo" û "Newroz pîroz be" hatin qîrîn.