Li Colemêrgê ‘qedexeya’ mehekê, li Cizîrê jî binçavkirin

Li Colemêrgê ji bo hemû çalakî û aktivîteyên cuda cuda qedexeya mehekê hate îlankirin. Li Cizîrê jî 4 siyasetmedar hatin binçavkirin.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya bi tirsa windakirina desthilatê, oparasyonên qirkirina siyasî ya li ser Kurdên ku nikare teslîm bigire didomîne.

COLEMÊRG

Walîtiya Colemêrgê li ser malpera înternetê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li tevahiya bajarê Colemêrgê hemû çalakî û bernameyên civakî ji bo 30 rojan qedexe kiriye. Walitiyê da zanîn ku daxuyanî, vekirina konan, vekirina standan û çalakiyên wekî wan li tevahiya bajar hatiye qedexekirin. Walitiyê çalakiyên rayedarên dewletê yên wekî civîn, merasim, şahî, oxirkirina leşkeran û pêşwazîkirin jî serbest hişt.

ŞIRNEX

Wesayîta Hevserokê DBP’ê ya navçeya Silopiya Bîşeng Mete û Rêveberên HDP’ê Delîl Urek, Cemîle Alyanak û Mustefa Ûget ên dem ali navçeya Hezex a Cizîrê ya Şirnexê re derbas dibû ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Her 4 kirin binçavan û birin Miduryeta Emniyetê ya Cizîrê.