Li Colemêrgê kalê 84 salî û dayika 50 salî hate girtin

Li Colemêrgê 16 kes hatin berdan û Îsmaîl Onal ê 84 salî û Fatma Sevmîş a 50 salî hatin girtin. Sevmîş li dadgehê ji ser hişê xwe çûye.

Li navenda Colemêrgê û gundê Gûzereşê ya girêdayî navçeya Çelê di 14’ê cotmehê de eskeran bi ser malan de girtibû û 5 jê welatiyên astengdar 18 welatî hatibûn binçavkirin. Duh piştî îfadeyên li Fermandariya Leşkeriyê ya Colemêrgê welatiyan sewqî edliyê kirin û dozger 16 kes bi şertê kontrola edlî berda û Îsmaîl Onal ê 84 salî û Fatma Sevmîş a 50 salî jî ji bo girtinê sewqî dadger kir. 
 
Dadger bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” Onal û Sevmîş da girtin. 
 
Diyar bû ku Fatma Sevmîş li dadgehê ji ser hişê xwe çûye.