Li Colemêrgê her ku diçe binpêkirinên mafan zêdetir dibin

Serokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû diyar kır ku li Colemêrgê zêdetirî 2 hezar û 400 roj in azadiya raman û çalakiyên demokratîk tên binpêkirin.

Binpêkirina azadiya raman û binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Colemêrg jî yek ji wan bajaren e ku binpêkirinên mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibe. Li Colemêrgê 6 sal in bênavber qanûnên rewşa awarte di meriteyê de ye. 2 hezar û 400 roj in her cure çalakiyên demokratîk hatiye qedexekirin. Bi van qedexeyan azadiya raman tê binpêkirin. Her wiha dirûşmeyên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Ji şer re na’ jî wekî sûc tên hesibandin.

Serokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Parêzer Yûsûf Çobanoglû bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê têkîldarî binpêkirinên mafan ên li Colemêrgê ji ANF’ê re axivî.

Serokê Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Yûsûf Çobanoglû diyar kir ku mirov bi mafên xwe re mirov e û heta ku parêzvanên mafên mirovan hebin wê têkoşîna wan bidome û da zanîn ku li herêmê mafên jiyanê tên binpêkirin.

Çobanoglû, diyar kir ku di sala dawî de gelek welatî bi êşkenceyê re rûbirû mane û hêzên dewletê hewl didin ku ev êşkence neyên eşkerekirin û got: “Em parêzvanên mafên mirovan, tevî van astengiyan hewl didin li gel mexdûran bin û mafên wan biparêzin.”

Çobanoglû, da zanîn ku di 10 salên dawî de bi dehan mirovên me ji aliyê hêzên desthilardariyê ve hatin kuştin û wiha got: “Polîtîkayên cezanedana kujeran ji aliyê dozger û dadgehan ve ketiye meriyetê. Li gel van binpêkirinên mafan jî gel bi rêya dadgehê tên bêdengkirin. 2 hezar û 400 roj in çalakî qedexe ne. Ev yek rastiya binpêkirinên mafan nîşan dide.”

Çobanoglu destnîşan kir ku gel di sala 2022’an de herî zêde bi êşkence û muameleya xerab re rûbûrû maye û wiha got: “Li Colemêrgê firandina firfirok û dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Ji şer re na’ berzkirin, sûc tên hesibandin. Lê li gorî biryarên Dadgeha Makeqanûnî qedexekirina çalakiyan li dijî makeqanûnê ye.”