Li Colemêrgê hejmara hilbijêrên sexte zêde dibe

Li navend û navçeyên Colemêrgê, qeyda hilbijêrên sexte her zêde dibe. Eşkere bû li Colemêrgê bi hezaran hilbijêrên sexte hatine qeydkirin.

AKP ku di her hilbijartinê de li Colemêrg û navçeyên wê derbeke giran dixwe, niha jî bi rêya hilbijartinên sexte dixwaze bi ser bikeve. Beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, li navend û navçeyên Colemêrgê qeyda bi hezaran hilbijêrên sexte derketin holê. Li ser her maleke li Colemêrgê bi dehan, bi sedan hilbijêren sexte hatine qeydkirin.

Li navçeyên Şemzînan û Çelê, hejmara leşker û polîsan ji hejmara hilbjêran zêdetir e. Niha jî dest bi qeydkirina hilbijêrên sexte kirine. Bi hezaran hilbijêrên sexte li li Colemêrg û navçeyên wê hatin qeydkirin. Şêniyên navend û navçeyên Colemêrgê gotin, li malên wan bi xwe, hilbijêrên sexte qeydkirî hatine nîşandan. Colemêrgiyan diyar kirin, hikumet bi hîleyan nikare şaredariyan bi dest bixe û nerazîbûn nîşanî AKP û YSK'ê dan. Gelê Colemêrgê ragihand, AKP û YSK vê lîstikê bi hev re dilîzin û gotin, çi dibe bila bibe wê li Colemêrgê û navçeyên wê derbeke giran li AKP'ê were xistin.