Li Colemêrgê derbên giran li arêtşa Tirk hatin xistin

Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedaran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş a gerîlayên HPG’ê dayî destpê kirin dom dike. Di çalakiyên çarçoveya pêngava şoreşgerî ya li dijî leşkerên artêşa Tirk de 34 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ku daxuyaniyek nivîskî da, têkildarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kir.

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker hin çalakî lidar xistine.

Di 16’ê Tîrmehê di saet 21.30’an de konvoyeke artêşa Tirk a dagirker a ku ji wesayîtên zirxî pêk tê li qada Kanî Orê ya Çelê ya Colemêrgê bûye hedefa hêzên me. Hêzên me berê wesayîta zirxî ya Kîrpî ya di nîveka konvoyê de bi sabotajê îmha kiriye. Bi vê lêdanê re konvoy bûye du beş û hêzên me li wesayîtên din jî dane. Bi roketên B7 (RPG) wesayîta kîrpî ya din jî îmha bûye. Çalakî bi qasî nîv saetê dom kiriye û bi qasî ku hatiye zelalkirin 16 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qada Kanî Orê daye. Dijmin piştî çalakiyê 4 saetan kuştî, birîndar û enkazên wesayîtan ji qadê derxistiye.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me yekîneyeke taybet a ku li Bajêrgê çalakiyên kontra dike û ciwanên me dike ajan, xistine bin kontrola xwe. Leşkerên JOH dema ku bi transîtan ji Bajêrgê dihatin Geverê di 17’ê Tîrmehê saet 10.10’an de di navbera gundên Bilindbasan û Soryayê bûne hedefa hêzên me. Transîtek îmha bûye û ya din jî derbe xwariye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye zelalkirin 18 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxistine û li derdora gundê Bilindbasan operasyonek daye destpêkirin.

Di çarçoveya heman pêngavê de hêzên me yên YJA-Starê di 16’ê Tîrmehê de saet di 12.30’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker a ku li girê Bayê ya qada Çarçelayê çalakiyeke sûîkastê lidar xistine. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Di 17’ê Tîrmehê di saet 14.00’an de hêzên me li dijî kozikên dijmin ên li Girê Şehîd Mazlûm a Çelê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI ERZÎNGANÊ LI DIJÎ YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ ÇALAKÎ,

Di 15’ê Tîrmehê de hêzên me li nêzî gundê Derebag ê bajaroka Çaglayanê ya Erzînganê yekîneke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker xistine bin kontrola xwe û di saet 19.00’an de li dijî wan çalakiyek lidar xistine. Li vê derê 2 leşkerên dijmin hatine kuştin û yek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterê ji qadê derxistine û bi çekên giran gule li derdorê reşandine.

OPERASYON BÊ KU ENCAMEKÊ BI DEST BIXE DEST VALA VEGERIYAYE

9’ê Tîrmehê artêşa Tirk li qada Bagok a Mêrdînê dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa Tirk a li qontarên Girên Konferans, Şehîd Xemgîn û Şehîd Bêrîvan û devera Navserê leşker danî û li bejahiyê xebatên kemînan kirin, di dema operasyonê de jî zevî û baxên gundiyan dan ber agir. Welatiyên ku hewldan agir ji bax û zeviyên xwe vemirînin çûn herêmê jî, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin astengkirin. Operasyona artêşa Tirk 17’ê Tîrmehê bê ku encamekê bigire dest vala vegeriyaye.

Operasyoan artêşa Tirk a mêtînger a ku 7’ê Tîrmehê li devera Mehsert a Mêrdînê dabû destpêkirin jî 10’ê Tîrmehê bê ku encamek bi dest bixe vekişiyaye.

LI AMEDÊ ŞERÊ DIJWAR

13’ê Tîrmehê saet 00:00’an, artêşa Tirk a dagireker bi helîkopterên Kobra û piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û balafirên şer li devera Şehîd Serxwebûn a Amedê dest bi operasyonekê kirye. Artêşa Tirk 13’ê Tîrmehê heta saet 04:00’an li qada ku bomberdûman kirî leşker daniye. Hema piştî leşker hatin danîn, di navbera hêzên me li leşkerên Tirk de şer qewimiye. Di vî şerî de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.

Di vî şerê dijwar de 4 hevrêyên me yên ku bi qehremenî li dijî artêşa Tirk sing bi sîng şer kirin şehîd ketine.

LI DIJÎ QADÊN GERÎLA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

17’ê Tîrmehê saet 20:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk, herêma Karkeran û Ermûş a girêdayî Herêma Xaxûrkê ya bi ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye. Dîsa heman rojê saet 17:40’an balafirên şer qontara Kurojaro û Şikefta Birîndaran a girêdayî Herêma Zapê bomberdûman kiriye."