Li Colemêrgê çalakiyên sabotajê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 5 leşker hatine kuştin, herî kêm 12 leşker jî birîndar bûne.

Di daxuyaniya navendê de li ser çalakiyên hêzên gerîla ev agahî hatin dayîn:

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

"9'ê Gulanê artêşa TC li herêma gundên Katuna, Şikeftanê, Kola û Çilmêrga yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Hêzên me di heman rojê de li nêzî gundê Çilmêrgayê çalakiyeke sabotajê li dijî yekîneyeke operasyonê kirin. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 8 leşker jî birîndar bûn ku rewşa 4 ji wan giran e.

Roja 9'ê Gulanê, artêşa TC li mintiqeya Mergê ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonê kir. 10'ê Gulanê saet di navbera 17:30-18:00 de helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker danîn herêmê. Operasyon hê jî dewam dike.

LI ÇELÊ 4 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

8'ê Gulanê saet di 22:00 de, li dijî konvoyeke leşkerî ya ji Çelê diçû Colemêrgê, hêzên me li herema Qesrîkê çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bû armanc. Di encamê de derb li wesayîta zirxî ket û 4 leşker birîndar bûn, ku rewşa yekî giran e. Piştî çalakiyê, artêşa TC heta ber destê sibehê rê li trafîkê girt.

3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

9'ê Gulanê saet di 22:30 de, komek ji gerîlayên me yên bi erka xwe radibûn, li herêma navbera qereqolên Karataş û Deştanê yên li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkeran şer kirin. Artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir. Şer heta 10'ê Gulanê saet 07:00 dewam kir. Di vî şerî de hejmara mirî û birîndarên leşkerî nehat hînbûn. Di heman demê de hêzên me dor li baskekî operasyonê girtin û ji cihekî nêz derbên xurt lê dan. Li vê derê 3 leşker hatin kuştin. Di vî şerî de têkilî bi gerîlayekî me re qut bû. Operasyon hê jî dewam dike.

GERÎLAYÊN YJA STARÊ LÊ DAN

10'ê Gulanê saet di 15:30 de, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li girê Koordîne yê Çelê bûn, çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI SÊRTÊ OPERASYON

10'ê Gulanê, li herêma Girê Kaç a navçeya Berwarî ya Sêrtê, artêşa TC dest bi operasyonê kir. Saet di navbera 12:00-13:00 de balafirên şer, helîkpterên bi tîpa Kobra û qereqola Osyanê bombe li herêmê barandin. Di van êrîşan de 2 gerîlayên me şehîd bûn. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bê eşkerekirin."