Li Colemêrgê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên li navçeya Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê agahî parvekirin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpara fermî hate dayîn, bal hate kişandina ser nûçeyên derew ên li ser hêzên gerîla yên li herêma Herekol û Garisa yên li Sêrtê.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

LI ÇELÊ Û ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

 “Hêzên me di çarçorveya Pêngava Şehîd Bedaran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li naveyên Gever û Şemzînan ên Colemrêgê bi çalakiyan derbên pir xurt li leşkerên artêşa Tirk dixin.

5’ê Tebaxê saet 05:10’an hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên li Girê Astenga Reş a li herêma Tuyê ya Şemzînanê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi awayekî xurt hate lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

4’ê Tebaxê saet 09:00’an hêzên me li dijî çeperên artêşa Tirk ên li Girê Koordîne yê girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên leşkerên Tirk nehate zelalkirin.

Hêzên me 4’ê Tebaxê saet 07:00’an li dijî Qereqola Çeperê Şêxa ya girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên qereqolê bi awayekî pir xurt hate lêxistin de, têkildarî hejmara kuştiyên dijmin agahiyên zelel nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bombe kirin.

NÛÇEYÊN DEREW ÊN LI SER GARIS Û HEREKOLÊ

Me gelek caran rastiya artêşa Tirk a di warê leşkerî de têk çûyî ku dixwaze bi rêbazên cuda serî li şerê derûnî dide bi raya giştî re parvekiribû. Dewleta Tirk a ku tim bi hejmarên weke bîlançoyan diyar dikin û şerê derûnî dide meşandin, xalek din li van bahaneyan hatiye zêdekirin. Nûçeyên ku li herêmên Garisa û Herekol ên Sêrtê li ser hêzên me didin diyarkirin û weke bîlanço didin ti rastiya wê nîne. Nûçeyên ku di asta rêveberiyê me ku li herêmê xebat didin meşandin teslîm bûne, ne rast in. Ev nûçeyên ku ti eleqeya wê bi rastiyê re nîne li ser bingehê şerê derûnî li ser çapemeniyê tên parvekirin carekî didin diyarkirin nerastin û me kifş dikin.”