Li Colemêrgê çalakî: 2 çeper hatin rûxandin, 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê di çalakiya li Çelê lidar xistî de 2 çeper hatin rûxandin, 3 leşker hatin kuştin. Balafirên şer ên artêşa Tirk jî wesayîteke ya sivîlan a Başûrê Kurdistanê bombe kir.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn, têkildarî çalakiyên li navçeya Çelê ya Colemêrgê agahî da. Li gorî daxuyaniya hatî dayîn, çeperên li ser gir hatine hedefkirin.

LI ÇELÊ DU ÇEPER HATIN RÛXANDIN, 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, 28’ê Hezîranê saet 18:30’î li dijî lerşkerê artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Koordîne yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bicih bibiûn çalakiyek ldiar xistin. Divê çalakiya bi awayeke xurt li çeper û kozikên dijmin hate xisetin de 2 çeper hatin rûxandin, 3 leşker hatin kuştin.”

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ ÊN LI GARE, HEFTENÎN, METÎNA Û SÎDEKAN

HPG’ê têkildarî êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker 27-28’ê Hezîranê bombe deverên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê barandî ev agahî da:

“27’ê Hezîranê saet derdorî 11:00’an DeveraERgene ya girêdaryî Gare, devera Keşan a girêdayî herêma Heftenîn, devera Sitûna, girê Golka Dola Bizina yên girêdayî herêma Metîna bomberdûman kiriye.

28’ê Hezîranê saet 09:30’î balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker wesayîteke ya welatiyên herêma Jilya ya girêdayî Sîdekan a Herêma Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.”